Serdemeke nû ya têkoşînê dest pê kir

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartina pêşwext û zordar hate kirin. Êdî pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê kiriye.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê, di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ji bo dest deyne ser îradeya dengdêran, HDP'ê di binê bendê de bihêle û rejîma xwe mayinde bike, serî li her rê û rêbazê dan. Bi hemû derfetên dewletê, zextên giran kir, di roja hilbijartinê de karên ne li rê û dizî kir, hêzên dewletê û mîna li Rihayê, çeteyên çekdar bi kar anî. Tevî vê yekê jî HDP ji bendê derbas bû.

Dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP-Erdogan, stratejiya xwe ya ku bi betalkirina encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê û destpêkirina şerê li dijî Kurdan afirand, bi hilbijartinên 1'ê Mijdarê, referandûm, tasfiyeya li nava dewletê, rejîma Rewşa Awarte û Biryarnameyan, guhertinên qanûnî û destûrî û hilbijartinên 24'ê Hezîranê dewam kir. AKP a bi serkêşiya Erdogan, li gel MHP û BB'ê hemû pêkhateyên dewleta Îslamî-Tirkperest bi dijminatiya li dijî Kurdan motîve kir, bi hilbijartina zordar re hem xwest emre desthilatdariya xwe dirêj bike, hem jî rejîma dîktat ya bi Tirk mayinde bike.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê li gel bikaranîna hemû derfetên dewletê, di qanûna hilbijartinê de guhertin kir, cihên dengdanê guhert, dengên bê mohr derbasdar îlan kir û bi vî rengî encam li gorî dilê xwe guherand. Ji bilî pirsgirêkên qanûnî û destûrî, ji bo dizî û fenan zend û bend ba da. Mîna cînayeta li Pirsûsê, şer sor kir û bi vî rengî bi rêya nîjadperestiyê dest danî ser îradeya dengdêran. Ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle gelekî xebitî. Di dema kampanya hilbijartinê de hewl da HDP'ê û dengdêrên wê terorîze bike; destgîrkirin, girtin, gef, zext û qedexe heta roja dawî dewam kir.

Li gorî rapora ÎHD û TÎHV'ê, 48 saet beriya dengdanê 93 caran êrîş li HDP'ê hatin kirin û yekane partiya ku di dema hilbijartinê de êşkence li endamên wê hate kirin HDP bû. 3 HDP'yî hatin kuştin, 49 kes bi lêdanê birîndar bûn. 361 HDP'yî hatin destgîrkirin, 13 hatin girtin. 17 mîtîng û xwepêşandanên HDP'ê hatin qedexekirin. YSK li ser daxwaza walîtiyan, sindoqên ku 144 hezar dengdêr li 19 bajaran dengê xwe biavêjin, bi bahaneya "ewlekariyê" rakir cihên din. Sindoqên ku bi rêjeya 70-80 ji sedî deng jê ji HDP'ê re derdiketin, birin gundên noker û cerdevanan. Ambargoya medyayê danîn ser HDP'ê. Zext û zordariya desthilatdariya AKP-MHP'ê heta dema dengdanê dewam kir.

Gava ku dengên destpêkê hatin dayin, karê ne li rê û binpêkirina mafê dengdanê jî dest pê kir. YSK û AA ku ragihandina encamên hilbijartinê erka wan e, careke din nîşan dan ku amûreke manîpulasyonê ya desthilatdariyê ne.

GELAN BEND HILWEŞANDIN

HDP ku li derveyî du tifaqên rastgir ma û bi tifaqa hêzên demokrasiyê re tevlî hilbijartinê bû, tevî konsepta ku me hewl dan li jorê rave bikin, bend hilweşand. Hilweşandina bendê bi tena serê xwe serketineke mezin e. Hêvî û berxwedêriya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê xurt kir.

Li gorî daneyên ne fermî, tifaqa AKP-MHP'ê, tevî ku HDP ji bendê derbas bû û herî kêm 67 wekîl bi dest xistin, piraniya endamên Meclîsê bi dest dixe. Namzetê tifaqa Îslamperest-Tirkperest Erdogan jî li ser desthilatê ma. Tevî ku hebûna HDP'ê wan aciz dike jî, ev her du encam destpêka pêvajoyeke zor û zehmet e. Beriya her tiştî dengê zêdeyî 25 milyonî, rêjeyeke bilind e. Eşkere ye ku zîhniyeta tekperest, nîjadperest, olperest û otorîter a di şexsê Erdogan de xwe nîşan dide, rê li ber rizandineke mezin a civakî vekiriye.

Ev rastî, nîşaneya felaketa mezin a li pêş me ye. Lewma 24'ê Hezîranê hem ji bo lîderiya ku bi dewleta Tirk re hemû hêz li dora xwe civandiye, hem jî ji bo Tevgera Siyasî ya Kurd û hevalbendên wê yên neçar in li dijî vê lîderiyê têbikoşin, bûye serdemeke diyarker.

Ev rejîma dijminê demokrasiyê ku xwe dispêre dijminatiya li Kurdan, wê qîma xwe bi êrîşên dagirkeriyê nîne û hewl bide wan xurtir û zêdetir bike. Ji bo karibe hewldanên xwe yên qirkirina Kurdan temam bike, wê bi rengekî bê sînor hemû derfetan seferber bike. Faşîzm êdî dewlet bi xwe ye û bi civaka ku hîpnotîze kiriye, bûye sedema têkoşîneke dijwar a salên dûr û dirêj.

Ji bilî firehkirina qula ku HDP'ê di nava rejîmê de vekiriye, rêyeke din nîne. Wezîfeyeke lezgîn e ku mirov bi hêvî be, lê belê rasteqîn be û têkoşîna serdema nû jî bi vê şiyarê bimeşînin.