Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Serçeteyekî DAÎŞ'ê li Fransayê mafê penaberiyê stend

Piştî ku hat fêhmkirin, kesekî ku par li Fransayê mafê penaberiyê stendiye serçeteyekî DAÎŞ'ê ye, hate girtin.

Bûyer ji aliyê Dozgeriya Parîsê ve hate piştrastkirin. Li gorî agahiyên ku dozgeriyê da radyoya Franceinfo, kesê bi navê Ahmed A. li bajarê Samara û derdora wê, berpirsyarekî payebilind ê DAÎŞ'ê bû. Hate ragihandin ku çete Ahmed A. sala 2014'an ji Iraqê derket, lê agahî nehat dayin ku dengî hatiye Ewropayê.

Li gorî agahiyan, serçeteyê DAÎŞ'ê di Hezîrana 2017'an de piştî îfadeya xwe ya destpêkê li Fransayê mafê penaberiyê stendiye û piştre bala îstîxbarata Fransayê kişandiye. Hate gotin, çeteyê ku hate şopandin, 9'ê Adarê hate destgîrkirin û girtin.

Tê îdîakirin ku rola Ahmed A. di kuştina 1.700 kesî de heye ku li nêzî bajarê Tîkrîtê yê Iraqê hatin kuştin. Tê gotin, Ahmeh A. wê ji ber sûcê li dijî mirovahiyê, sûcê şer, bikaranîna rêbazên şer ên qedexekirî û gelek sûcdariyên din were darizndin.