Seraqîb ket, Erdogan diçe Rûsyayê, Jeffrey jî tê Enqereyê

Artêşa Sûriyeyê kontrola Seraqîba Îdlîbê xist bin kontrola xwe. Beriya hevdîtina Pûtîn û Erdogan Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê li Sûriyeyê Jeffrey û Nûnê Daîmî yê NY Craft wê îşev werin Tirkiyeyê.

Artêşa Sûriyeyê bajaroka Seraqîbê bi dest xist. 4 roj berê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ev der dagir kiribûn. Lê li rojavayê Seraqîbê şer didome.

BALEFIR HATIBÛN XISTIN

Li Îdlîbê bi dehan leşkerên Tirk hatibûn kuştin û Rûsyayê destûra bikaranîna beşeke qada hewayî ya Îdlîbê dabû balefirên keşfê yên Tirk.

Di şeran de 3 SÎHA’yên artêşa Tirk ji aliyê Artêşa Sûriyeyê hatibû xistin. Artêşa Tirk jî du balefirên şer ên Su-24 ên artêşa Tirk xistibû.

SÛRIYEYÊ QADA HEWAYÎ GIRT

Piştî ku balefir ketin, artêşa Sûriyeyê diyar kir ku Îdlîb di serî de wan li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê qada hewayî girtine û ‘heke balefirên dijmin têkevin qada hewayî wê li wan were dayin.’

RÛSYA: EM NIKARIN GARANTORIYA BALEFIRÊN TIRK BIKIN

Navenda Lihevanînê ya Aliyên li Sûriyeyê yê Rûsyayê gotibû “Em nikarin li qada hewayî ya Sûriyeyê garantoriya balefirên Tirk bikin.”

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar jî duh daxuyanî da û gotibû ku “Nêta me tuneye ku em li dijî Rûsyayê şer bikin.” Akar heman gotina xwe îro jî dubare kir.

PÛTÎN: RÛSYA XWE JI ŞERAN RE AMADE NAKE

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî di 20’ê Sibatê de ji Ajansa Dewletê ya Rûsyayê ji TASS’ê re axivîbû û gotibû ku “Rûsya xwe ji tu şeran re amade nake, ji bo fikra şer neyê hişê tu kesî, çi ji destê me tê, em dikin.”

Hatibû diyarkirin ku ji ber şerê li Îdlîbê wê Pûtîn û Erdogan di 5 an jî 6’ê Adarê de li Moskovayê li hev rûnên. Medyaya Rûsyayê diyar kir ku ev hevdîtin wê ‘dijwar’ be.

JEFFREY TÊ ENQEREYÊ

Beriya hevdîtina Pûtîn û Erdogan Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê li Sûriyeyê Jeffrey û Nûnê Daîmî yê NY Craft wê îşev werin Tirkiyeyê. Derbarê hevdîtinê hê tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin û tê diyarkirin ku wê rojev Îdlîb û hevdîtina Erdogan a li Moskovayê be.