Selahaddîn Eyyûbî bi kîjana nexweşiyê mir?

Raza li ser mirina yek ji xwedanê împaratoriya herî mezin a Rojhilata Navîn Seleheddîn Eyyûbî didome. Li gorî profesorekî tibê Siltan Eyyûbî bi tîfoyê mir.

Seleheddîn Eyyûbî piştî mirina xwe bi 800 salî jî hê jî li Rojhilata Navîn navdar e. Li Rojava hurmeteke zêde didinê.  Eyyûbî ku sala 1137’an hatî dine li cografyayeke berfireh ku Misir, Sûriye, Iraq, Lubnan, Yemen û Efrrîkaya Başûr vedihewan bû siltan. Li dijî Xaçperestan bi rengekî serkeftî rêveberiya artêşan kir û gelek împaratorî bi dest xist. Dîrokzan wî weke Kurdê herî navdar ê hemû deman bi nav dikin.

Raza li ser mirina wî hê jî didome. Nexweşiya wî sala 1193’yan, dema ku 56 salî bû dest pê kir. Piştî bi 2 heftiyan mir.  Li gorî hinan laşe wî disincîrî û ev yek ji semptoma nexweşiya wî bû. Profesorê Tibê yê Dibistan Tibê ya Zanîngeha Pennsylvanîayê Stephen J. Glûckman derbarê Eyyûbî, piştî lêkolîna li ser gelek delîlan teşhîsa xwe danî.

Dr. Glûckman îhtîmale herî zêde ya ku bû sedema mirina Eyyûbî tifo ye, ku wê demê li wê herêmê berbelav bû. Îro antibiyotik li dijî tifoyê bikêrhatî ne. Lê hê jî li cîhanê ev nexweşî her sal li 22 milyon kesan digere û dibe sedema mirina 200 hezar kesî.

Tê payin ku Glûckman li Dibistana Tibê ya Zanîngeha Marylandê, 25’ê Gulanê li konferansa klînîkopatolojiyê teşhîsa xwe bide. Konferans wê li ser teşhîsa nexweşiyên mirovên dîrokî be. Berê pispor li ser nexweşiyên Lenîn, Darwîn, Eleanor, Roosevelt û Lîncoln sekinîbûn.