Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Sê welatan li ser mijara penaberan li hev kirin

Li Înnsbrûckê ku civîna wezîrê karên hundir ên welatên Yekîtiya Ewropayê lê pêk hat, wezîrên Elman, Îtalî û Awûstûryayî li hev rûniştin. Her sê welatan li hev kirin ku heta meha Tebaxê ji Yekîtiya Ewropayê cudatir li ser mijara penaberan li hev bikin.

Ji bo peymana Yekîtiya Ewropayê li ser rewşa penaberên nû bi cih were anîn, wezîrên karên hundir ên Yekîtiya Ewropayê li bajarê Înnbrûck ê Awûstûryayê li hev civiyan.

Lê belê civîna navbera Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Horst Seehofer, Wezîrê Karên Hundir ê Awûstûryayê Herbert Kîckl û Wezîrê Karên Hundir ê Îtalyayê Matteo Salvînî mohra xwe li civîna bilind a wezîran xist. Seehofer ev demeke dixwaze sînorên welatê wî bi temamî li penaberan bê girtin û penaberên ku li welatekî din qeyda wan heye tavilê bên dersînorkrin.

Seehofer plana xwe di civîna wezîrên her sê welatan de careke din anî rojevê û xest peymana Dûblînê bi cih were anîn. Seehofer li ser civîna bilind ji çapemeniyê re axivî û got, "Hemû wezîr hemfikir in ku di siyaseta der barê penaberan de pirsgirêk heye."

Wezîrê Awûstûryayê Kîckl jî diyar kir ku divê sînorên Yekîtiya Ewropayê baştir bên parastin û alternatîfa 'hiştina penaberan li welatekî sêyemîn ê li derveyî Ewropayê' ji nû ve xist rojevê. Kîckl îdîa kir ku bi vî rengî dikarin pêşî li mirina mirovan li Derya Spî bigirin.

Li bajarê Înnsbrûckê ku civîna bilind lê hate lidarxistin, xwepêşandaneke protestoyî ya li dijî siyaseta Yekîtiya Ewropayê ya li ser penaberan pêk hat. Xwepêşandêran xwestin dawî li drama penaberan a li peravên Ewropayê bê anîn. Xwepêşandêran wezîrên rastgir/mûxafazakar ên her sê welatan şermezar krin.

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ji destpêka sala 2018'an û vir ve 1400 penaber li Derya Spî xeniqîne.