Sadrê banga aqilselîmiyê li aliyan kir

Serekê Şîî Mûkteda El Sadr ê ku di hilbijartina 12’ê Gulanê ya Iraqê de bû yekemîn, piştî teqîna li Bexdayê ya ku 18 kes mirin, bangî aliyan kir ku bila aqilselîm tevbigerin.

Sadrê daxuyaniyeke nivîskî weşand û piştî teqîna li taxa Şîîyan a li Bexdayê û biryara hejmartina dengan a ji nû ve ya Bexdayê, bang li aliyan kir ku bila ‘sebir bikin’ û ‘karibin xwe kontrol bikin.’

Sadrê diyar kir ku têkildarî êrîşa li taxa Şîîyan komîsyoneke lêpirsînê hatiye avakirin û ew ê heta sê rojan encamê diyar bikin.

Li gorî Wezareta Ragihandinê li Sadr Cîtyê di depoyeke çekan de teqînek pêk hat, 18 kes mirin û 90 kes jî birîndar bûn.

Beriya teqînê bi çend saetan Parlementoya Iraqê biryar dabû ku ew ê dengên hilbijartina 12’ê Gulanê bi destan bihejmêrin. Dengên li derveyî welat û hin herêmên ku koç lê hatiye kirin di çarçoveya vê biryara parlementoyê de ne.

Rojek berê Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî diyar kiribû di hilbijartinan de binpêkirinên mafan ên giran hatiye jiyîn û nerazîbûn nîşanî vê rewşê dabû.