Sadr û Koalîsyona Fetîh li hev kirin

Li Iraqê hewldanên ji bo avakirina hikumetê dewam dikin. Muqteda El Sadr ku di hilbijartina 12'ê Gulanê de bi ser ket, bi Koalîsyona Fetîh re li hev kir.

Lîderê Koalîsyona Saîrûn Sadr li ser lihevkirinê daxuyaniyek da û got, "Ji bo karê avakirina hikumetê, me bi Koalîsyona Fetîh a bi serokatiya Hadî Amîrî re li hev kirin."

Sadr bi bîr xist ku wan bi Lîsteya Hîkme ya Ammar el-Hekîm û Koalîsyona Vataniye ya Alîkarê Serokkomar Iyad Allavî re tifaq kirine û ev tifaq jî dewam dike. Sadr got, tifaqa bi Koalîsyona Fetîh re hatiye kirin wê bandorê li tifaqên din neke.

Di hilbijartina 12'ê Gulanê ya parlamenta Iraqê de, li meclîsa ji 329 kursiyan Koalîsyona Saîrûn bû xwedî 54 wekîlan, Koalîsyona Fetîh jî 47. Koalîsyona Vataniye 21 wekîl, Koalîsyona Hîkmet a Neteweyî jî 20 wekîl bi dest xistin.