Ryanaîrê bi pîlotên Îrlandî re li hev kir

Şîrketa rêya hewayî Ryanaîr a tarîfeyên wê erzan e, bi sendîkaya Forsa re ku temsîla pîlotên Îrlandî dike, li hev hat.

Piştî lihevkirina di navbeyna şîrketa Ryanaîr û sendîkaya pîlotan de tê payin ku karker dawî li helwesta xwe ya li tevahiya Ewropayê bînin.

Piştî ku lihevkirin hate bihîstin, hîsseyên li Borsaya Dublînê ya Ryanaîrê 5,50 ji 100’î zêde bûn.

Şîrketa Îrlandî, ji ber çalakiya karberdanê ya pîlotan, ku ji ber giraniya muzakereyên bi şîrketê re helwest nîşan dabûn, neçar mabû ku gelek caran rabûna balafiran rawestîne.

Pîlotên bi navenda Dublînê ji destpêka havînê ve 5 caran greva 24 saetî kirin.

Sendîkayê bi daxuyaniyekê got, peyman ji niha û pê de wê ji hêla Forsa û nûnerên pîlotan ve were dengdan.

Forsayê bang li hemû navbeynkarên muzakereyan kir, hemû alî heta ku lihevkirinek bi dawî bibe xwe ji şîroveyan vegirin.

Şîrketa Ryanaîr cara pêşî 10’ê Tebaxê rastî greva pêşî ya pîlotan a li tevahiya Ewropayê hatibû. Ne tenê li Îrlandayê, li Elmanya, Belçîka, Swêde û Hollandayê pîlotan kar dabû rawestandin.

Bi peymana Pêncşemê re wê dawî li wê pevçûnê, ku xebatkarên li Ewropayê û şîrket anîbûn pêşberî hev, bi dawî neke, lê ku pîlotên Îrlandî peymanê bipejirînin, ji hêla rêveberiya şîrketê ve, li ser mijara lihevkirina bi karkeran re wê bibe xwedî nirxekî sembolîk.

Rageşiya pîlotên Îrlandî van hefteyên dawî zêde bûbû. Ryanaîr 25’ê Tîrmehê gotibû seferên balafiran ên Dublînê yên zivistanê 20 ji 100’î wê kêm bike. Ev jî dihate wê maneyê ku wê dawî li karê 100 pîlot û 200 murettebatên Îrlandî bîne.