Rûsya: Zextên nû yên DYE’yê yên li ser Îrane îlegal in

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov diyar kir ku zextên DYE’yê yên li ser Îranê ‘îlegal’ e.

Pekov daxuyanî da rojnamegeran ûg ot ku “Li gorî me ev zext îlegal in. Em bi tenê dikarin vî tiştî bibêjin.”

Serokê DYE’yê Donald Trûmp roja Şemiyê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku roja Duşemê ew ê li hemberî Îranê dest bi zextên nû û mezin bikin.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Abbas Mûsavî jî got ku ev tevdîr wê bi kêrî tiştekî neyê.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî diyar kiribû ku heke DYE li hemberî Tehranê zextên leşkerî bike wê ev tişt ‘bobelat’ be.

Trûmp roja Yekşemê jî gotibû ku “Li gorî min Îran dixwaze muzakereyan bike. Ez bawer im dixwazin peymanekê çêbikin.”