Rûsya hişyarî da Îsraîlê

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû, piştî xistina balafira keşfê ya Rûs a li Sûriyeyê û şûnde, bi rêya telefonê li hempîşeyê xwe Avîgdor Lîeberman geriya û ragihand ku ‘Mafê wan ê bersivdayînê heye’.

Rûsya, balafira keşfê ya Rûs a dema li ser Behra Spî ku şeva Yekşemê dema Îsraîl hinek nuqteyên Sûriyeyê li Lazkiyê dikir hedef de digeriya hate xistin, bi ‘temamî’ Îsraîl perpirs nîşan da.

Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Şoygû li hempîşeyê xwe yê Îsraîlê Avîgdor Lîeberban bi rêya telefonê geriya û got: “Mafê me yê bersivdayînê heye.”

Soygû kuştina 15 leşkerên Rûs bi temamî Îraîl berpirs nîşan da.

Artêşa Rûsya, ji ber hema berî êrîşê bi deqeyekê Îsraîl a bi xeta sor li wan geriyan jî nerazî ye.