Rûsya dixwaze temenê malnişînbûnê zêdetir bike

Hikûmeta Rûsya temenê malnişînbûnê ku ev 90 sal in weke xwe ye, dixwaze zêdetir bike.

Li Rûsyayê heta niha gelek caran hate xwestin ku temenê malnişînbûnê were zêdekirin lê ti encamek jê derneket. Serokwezîr Dmîtrî Medvedv got ew dixwazin heta 2034’an temenê malnişînbûnê neqeb bi neqeb zêde bikin.

Pêşniyar wiha ye ji 2019’an ve temenê malnişînbûnê yê jinan heta 2028’an hildan 63’an û ya meran jî ji 60’î hildin 65’an. Tê xwestin ku temenê jinan ê malnişîbûnê heta 2024’an hildin 63’yan.

Gelek caran Serokkomar Vladîmîr Putîn ev biryar nepjirandiye.