Rûsya: Diviya leşkerên Tirk ne li wir bûna

Piştî ku gelek leşkerên Tirk ên ku çûbûn Idlibê dagir bikin, li Idlibê hatine kuştin, Rûsya got,''Diviya leşkerên Tirk ne li wê herêmê bûna''. NATO li ser banga dewleta Tirk kom dibe.

Li ser kuştina leşkerên Tirk ên li Idlibê Rûsya got, ''Diviya leşkerên Tirk ne li wir bûna''. NATO li ser banga dewleta Tirk kom dibe.

Piştî ku li başûrê Idlibê duh piştî nîvro artêşa Tirk li gel çeteyên El Qaîdeyê êrîş birin ser hêzên rejîma Sûriyê, balafirên Rûs û Sûriyê herêm bombe kirin û gelek leşkerên Tirk kuştin.

Li gorî agahiyan, piştî bombebaran li Cebel Zawiye, Zaqûm û Sehl El Gabê di navbeyna 79 û 113'de leşkerên Tirk hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn.

Rayedarên fermî yên Tirk li kuştina 33 leşkerên Tirk mikur hatin.

Li ser vê rûdanê dewleta Tirk Twîtter, Instagram û Facebook asteng kir. Her wiha peyamên Whatsapê û Telegramê venabin.

RAYEDARÊN TIRK HAWARA XWE GIHANDIN NATO'YÊ

Rayedarên Tirk piştî êrîşa li Idlibê hawara xwe gihande NATO'yê û DYE'yê. Li ser daxwaza Tirkiyê NATO îro wê bi rengekî derasayî kom bibe.

RÛSYA: DIVIYA TIRK NE LI WIR BÛNA

Wezareta Berevaniyê ya Rûsayê li ser rûdana li Idlibê got, ''Diviya leşkerên Tİrk ne li wê herêmê bûna.''

Di daxuyaniyê de bi berdewamî got, ''

''Artêşa Sûriyê li gel milîtanên li Idlibê li leşkerên Tirk jî da. Artêşa Rûsya li ser agahiyên ku leşkerên Tirk birîndar bûne, ji bo ku artêşa Sûriyê agirbestê bike gavên hewce avêt. Hêzên hewayî yên Rûsya di êrîşê de cih negirtin.''

DYE: DOSTÊ XWE NAS BIKE, DEV JI S-400'Î BIQERE

Wezareta Karê Derve yê Emerîkayê got, ''Em li gel hevalbendê xwe yê NATO'yê Tirkiyê ne'' û diyar kir ew nîqaş dikin bê ka dikarin çawa alîkariyê bi Tirkiyê re bikin.

Her wiha Sefîra NATO'yê ya DYE'yê Kay Baîley Hutcshîson jî got, ''Dive Tirkiye bibîne bê ka kî dostê wê ye û kî dijminê wê ye'' û bang li Erdogan kir ku dev ji S-400'î biqere.