Rûniştinên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî dest pê kirin

40. Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dest pê kirin. Kombûn wê 3 hefteyan bidome û binpêkirina mafên mirovan ên li gelek welatan wê werin nirxandin.

40. Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Ofîsa Cenevreyê ya NY'ê dest pê kirin. Serokê Konseya Mafên Mirovan Coly Seck, Seroka Civata Giştî ya NY'ê Marîa Fernanda Espînosa Garces, Sekreterê Giştî yê NY'ê Antonîo Gûterres, Komîsera Bilind a Mafên Mirovan Mîchelle Bachelet û Serokê Departmana Karên Derve ya Federal a Swîsreyê Îgnazîo Cassîos di destpêka kombûnê de axivîn. Tevî nûnerên NY'ê yên dewletên endamê Konseya Mafên Mirovan û saziyên civakî yên sivîl ên li qada navneteweyî mafên mirovan diparêzin, wezîrên karên derve yên dewletên endamê Konseyê jî tevlî rûniştina roja destpêkê bûn ji bo biaxivin.

BACHELET: BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ DERDIKEVIN PÊŞIYA NIRXÊN GERDÛNÎ

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan Mîchelle Bachelet got, "Em dibînin ku di oxira berjewendiyên neteweyî yên dewletan de nirxên mafên mirovan ên gerdûnî tên redkirin."

Bachelet xemsariya li pêşberî guhertina avhewayê ya ji ber berjewendiyên aborî, hilweşîna ji ber şer, zêdebûna polîtîkayên cihêkariyê û polîtîkayên dûrî ji mafên mirovan rexne kir. Bachelet diyar kir, bêedaletiya civakî, polîtîkayên cihêkarî û er hîn jî pirsgirêkên sereke yên dinyayê ne.

Komîsera Bilind Bachelet got, "Ti welat ji aliyê mafên mirovan ve xwedî sicîleke gelekî baş nîne" û bi bîr xist, qanûnên mafên mirovan ên bingehîn hene ku berpirsyariya hikumet û dewletan e ku li gorî wan tevbigerin. Bachelet got, "Li gelek welatan mafên jinan, hindikahiyan an jî gelên xwecihî ji nedîtî ve tên. Wekî din malbat tevî zarokên xwe li dijî guhertina avhewayê dadikevin qadan û hişyariyê didin me, lê hîn jî hin welat ji bo li gorî tedbîrên di vê de mijarê de tevnegerin li ber xwe didin. Ev yek zerarê dide me hemûyan."

TÊ PAYIN KU ÇAVÛŞOGLÛ JÎ TEVLÎ BIBE

Di roja destpêkê de tevî qisekerên bingehîn, wê bi navê dewletên endamê Konseyê di asta wezaretan de axaftin bê kirin. Bi navê Tirkiyeyê jî ku qanûnên mafên mirovan ên bingehîn ji holê hatine rakirin, tê payin ku Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû biaxive.

BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN WÊ WERIN NÎQAŞKIRIN

Rûniştinên mafên mirovan wê heta 24'ê Adarê bidomin. Di rûniştinan de raportorên Konseya Mafên Mirovan a NY'ê wê raporên xwe yên li ser binpêkirina mafên mirovan ên li gelek welatan eşkere bikin. Li ser van binpêkirinên mafên mirovan jî wê nîqaş bên kirin.