Rohanî: DYA li gorî peymanê tev negeriya!

Serokkomarê Îranê Rohanî bi zimanekî tund vekişîna Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp a ji peymana nukleerî rexne kir û  anî ziman ku aliyê li gorî peymana tevnegeriya Washîngton bû.

Piştî ku hate ragihandin ku Donald Trûmp ji peymana nukleerî vekişayaye û şûnde Serokkomarê Îranê Hasan Rohanî li ser televîzyonê axivî û anî ziman ku ew li gorî peymana nukleeriyê tevgeriyane.

Rohanî , destnîşan kir ku li dijî peymana ku sala 2015’an ên tev negeriyane, Hikûmeta DYA bûye aliyê ku li gorî mercên peymanê tev negeriyaye.

Rohanî anî ziman ku Rêveberiya Amerîkayê ji pêvajoya dîrokê ve her li dijî netewa Îranê ye, ev dijminahî li dijî gelên Afganîstan, Iraq, Yemen, Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ye.

Rohanî bibîr xist ku her çendî DYA ne li gorî peymana nukleerê ‘tevnegeriyaye’ jî welatên wan li gorî mercên peymanê tevgeriyane.