Rêyên hewayî yên Fransa û Elmanyayê ketin grevê

Ji ber greva li rêyên hewayî yên Fransa û Elmanyayê bi sedan seferên balafiran betal bûn.

Şîrketa Lufthansa ya Elmanyayê, vê Sêşemê zêdeyî 800 seferên balfiran betal kir. Ev jî tê wê wateyê ku yek ji du seferan betal bûye. Banga ji bo grevê ji aliyê sendîkaya Ver.di ve hate kirin. Greva li balafirgehên Munchen, Frankfurt, Koln û Bremenê wê bandorê li ser 90 hezar rêwiyan bike.

Di rêyên hewayî de gelek sendîka dixwazin ji bo 2.3 milyon karkerên xwedî peyman, bi rêjeya 6 ji sedî heqdest bên zêdekirin.

Li rêyên hewayî yên Fransayê jî, ji ber greva ku ji bo zêdekirina mûçeyan tê kirin, wê 75 ji sedî yê seferên balafiran bên kirin. Yanî yek ji çar seferan betal dibe. 53.3 ji sedî yê pîlotan, 20.4 ji sedî yê personelên hewayî di balafirên tîcarî de û 13 ji sedî yê personelên bejahî ketin grevê.

Li Fransayê ev çend hefte ne li gelek sektoran grev têne kirin. 11 sendîkayên ji hemû pîşeyan dixwaze 6 ji sedî di mûçeya giştî de zem bê kirin. Sendîkayan biryar dan roja Çarşemê, 17 û 18'ê nîsanê, 23 û 24'ê Nîsanê bikevin grevê.

Li sektora rêyên hesinî ya neteweyî ya Fransayê, li dijî projeya reformê ya hikumetê, hefteyê du rojan grev heye.