Rêxistinên civakî yên sivîl: Bersivê bidin banga Ocalan

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê xwestin ku bersiv ji banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê dayin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meha Gulanê gotibû, "Di sala 2013'an de em li kîjan nuqteyê bûn, niha jî em li heman nuqteyê ne" û banga diyalog û muzakereyê kiribû.

Li gel polîtîkayên faşîzan ên AKP'ê, 'Platforma Demokrasî û Kedê ya Herêmê' ku ji 305 rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê li Amedê deklarasyoneke hevpar weşand û ji bo aştî û demokratîkbûnê bang kir.

Li Wanê jî amadekariyek bi vê armancê didome. Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê wê di demeke kurt de li hev kom bibin û belavokeke hevpar biweşînin.

'PÊŞNIYARA OCALAN JI BO AŞTIYÊ FIRSENDEKE NÛ YE'

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çand Ziman û Hunerê ya Wanê Salîh Sertkal ji ANF'ê re axivî û diyar kir, daxwaza gelên Kurd û Tirk aştiyeke mayînde ye.

Salîh Sertkal bûyerên ku di nava du salên dawî de qewimîn bi bîr xist û got, "Ji bûyerên qewimîne divê em fêhm bikin ku aştî pêvajoyeke gelekî hêja ye. Otorîteyên siyasî eşkere nekin jî daxwaza herî mezin a gelên Kurd, Tirk, Rûm, Çerkes, Ereb ên li vî welatî ew e, ku pêvajoyeke aştiyê ji nû ve dest pê bike. Ya ku dikeve ser milê siyasetmedaran ew e ku bersivê bidin vê daxwaza gel. Ji bo aştiyê em careke din bang li rayedaran û hemû hêzên bi bandor dikin. Bi dîtina min aştiya herî xerab ji şer baştir e."

'DIVÊ CIVAK JI BO AŞTIYÊ BIKEVE NAVA HEWLDANAN'

Serokê Van Çev-Der'ê Alî Kalçik jî anî ziman ku ji bo pêvajoya diyalog û muzakereyê ew amade ne çi ji destê wan bê bikin û got, "Ji bo zindiyan hemûyan aştî nebe nabe. Li nava civakên ku aştî li nava wan nîne ne tenê mirov zindî û xweza jî ji holê radibin.

Nêrînên Birêz Ocalan ên bi salan e ji bo aştiyê tîne ziman tê wateya aştiyê ji tevahiya Rojhilata Navîn re. Şer paşeroja me ji holê radike, aştî jî paşerojê diafirîne. Lewma divê civak ji bo aştiyê bikeve nava hewldanan. Teqez divê guh bidin bangên Ocalan. Ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn ev yek gelekî girîng e. Em dixwazin ev yek pêk were."