Rewşa Qudsê li Konseya Ewlekariyê hat nîqaşkirin

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi rojeva Qudsê rûnişt, ji bo aştiya di navbera Filîstînî û Israîliyan de pêk were bang kir ku divê hewldana navnetewî çêbibe.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo ku biryara Serokê DYA’yê Donald Trûmp a ku Quds weke paytexta Israîlê nas kirî gotûbêj bike li hev civiya. Civîn bi daxwaza Fransa, Bolîvya, Misir, Îtalya, Senegal, Swêd, Îngîltere û Uruguayê pêk hat.

Koordînatorê Taybet ê Pêvajoya Aştiyê ya Rojhilata Navîn a NY’yê  Nickolay Mladenov di civîna KENY’yê de got çaresernekirina rewşa şer bi wê rîskê ye ku  li tevahiya Rojhilata Navîn radîkalîzma dînî belav bibe û ji bo pêşxistina aştiya Israîl û Filîstînê diyar kir ku pêdivî bi hewldanên navnetewî heye.

Mladenov got piştî biryara Trûmp dibe ku tundî zêde bibe û zincîra çalakiyên yek alî ku ji armanca aştiyê dûr bixin bi rîskeke mezin in.

Nûnerê Domdar ê NY’yê yê DYA’yê Nîkkî Haley jî di Konseyê de axivî û got, biryara Trûmp gelek pirs bi xwe re anîne û fikar çêkirine lê armanca vê biryarê ew e ku aştiya di navbera Filîstîn û Israîlê de bi pêş ve biçe.

WELATÊN YEKÎTIYA EWROPA LI DIJ IN

Sefaretên Fransa, Elmanya, Îtalya, Swêd û Îngîltere bi daxuyaniyeke hevpar gotin, ‘’Em tevlî wê biryarê nabin ku DYA’yê Quds bi paytextbûna Israîlê nas kiriye û sefareta li Tel Avîvê ji wir veguhezînin Qudsê. Ev biryar hem bi biryarên Konseya Ewlekariyê re ne li hev e û hem jî di sûda wê li hêviya aştiyê ya herêmê nîn e.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin ramana rûniştî ya welatên Yekîtiya Ewropayê ew e ku Quds divê paytexta hevpar a dewleta Israîl û Filîstînê be û diyar kirin, ‘’Heta wê demê em serweriyeke li ser Qudsê qebûl nakin.’’