Rêveberiya DYA destek da lihevkirina herdu Koreyan

Piştî lihevkirina herdu Koreyan li ser bikarneanîna çekên nukleerî, DYA ji bo rêveberiya Pyongyangê peyamên erênî da.

Duh hatibû ragihandin ku piştî danûstandinên li paytexta Koreya Bakur Pyongyangê ku rayedarên payebilind ên Koreya Başûr tevlî bûn, li hev hatiye kirin.

Hatibû îlankirin ku Koreya Bakur wê li dijî Başûr çeka nukleerî bi kar nîne û eger bi rêveberiya Amerîka re li hev bê kirin wê çekên nukleerî û fuzeyan neceribîne.

Piştî ku herdu Koreyan li hev kirin, bal çûbû ser helwesta rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).

Serokê DYA Donald Trump piştî lihevkirinê daxuyanî da û diyar kir ku daxuyaniyên Koreya Bakur ên li ser xwevegirtina ji çekên nuklerî 'ji dil' e.

Trump piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven a li Qesra Spî di civîna hevpar a çapemeniyê de axivî û îdîa kir ku bi bandora pêkanînên navneteweyî yên bi pêşengiya DYA li ser Koreya Bakur hatin ferzkirin, rê li ber guhertineke wiha ya helwestê vekiriye. Serokê DYA di mijara pêkanînan de her wiha bal kişand ser girîngiya desteka Komara Gel a Çînê.

Li hemberî ceribandina çekên nukleerî û fuzeyan ên Koreya Bakur, DYA bi rêveberiya Donald Trump re helwesteke hê tund nîşan dabû. Rêveberiya Pyongyangê par gelek fuzeyên ku digihêje parzemînan ceribandibû û di mijara afirandina çeka nukleerî de gavên girîng avêtibû.