Rêveberên MÎT'ê li alîkariya TC a ji bo DAÎŞ û Nûsra mikur hatin

Rêveberên MÎT'ê yên ji aliyê HPG'ê ve hatin girtin, li alîkariya çek û cebilxaneyan a MÎT dide DAÎŞ'ê, El Nûsra û çeteyên bi navê 'artêşa azad' mikur hatin û gotin, bê çawa alîkariyê ji wan re dişînin.

Rêveberên MÎT'ê yên ji aliyê HPG'ê ve hatin girtin diyar kirin ku alîkariya ji bo çeteyan ji aliyê MÎT'ê ve hatiye organîzekirin û ji aliyê Berpirsyarê Daîreya Karên Taybet Kemal Eskîntan ve hatiye bicihanîn.

Alîkariya çek, lojîstîk, siyasî û dîplomatîk a dewleta Tirk a bi serkêşiya Tayyîp Erdogan ji bo çeteyên DAÎŞ'ê, El Nûsra û Artêşa Azad her di rojevê de ye. Di şerê Sûriyeyê de ku bi sed hezaran mirov mirin, bi milyonan mirovî koç kirin û bajar hatin xerakirin, çeteyên El Nûsra û DAÎŞ'ê bi alîkariya ji dewleta Tirk digirin li Kurdistanê, Tirkiye, Iraq, Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gelek komkujî kirin.

Dewleta Tirk sînorên xwe li van çeteyan vekir, gelek kampên penaberan ji bo DAÎŞ, El Nûsra û komên çete yên cuda re veguherand kampên perwerde, biçekkirin, peydakirina şervanan û veguhastina wan. Dewleta Tirk bi fermana Erdogan û bi destê Rêxistina Îstîxbaratê ya Milî (MÎT) ji çeteyên DAÎŞ û El Nûsra re bi TIR'an çek û cebilxane şand û vê yekê di çapemeniyê de cih girt.

Rojnamevan, siyasetmedar û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê, Rûsya, DYA, gelek dewletên Yekîtiya Ewropayê, hin dozger û dadgehên li Tirkiyeyê jî TIR'ên MÎT'ê yên bi çekan dagirtî ku ji çeteyên DAÎŞ û El Nûsra re diçûn xistin rojevê. Lê belê Tayyîp Erdogan re xwest bi zext û zordariyê vê binixumîne.

Du rêveberên payebilind ên MÎT'ê ku Tebaxa 2017'an ji aliyê HPG'ê ve bi "Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Sakîne Cansiz" hatin girtin, mikur hatin bê MÎT'ê çawa alîkariya siyasî û çekdarî daye çeteyên DAÎŞ'ê, El Nûsra û 'Artêşa Azad'. Rêveberên MÎT'ê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel ên ji aliyê HPG'ê ve hatin girtin gotin, ji bo çeteyên DAÎŞ'ê û El Nûsra li Hatay, Dîlok û Rihayê kamp hatine avakirin.

Rêveberên MÎT'ê diyar kirin, li van cihan ku navê 'Kampa penaberan' lê hate kirin, çete hatin perwerdekirin, bi rêxistinkirin û ji bo şer bikin ber bi Sûriyeyê ve hatin şandin. Rêveberên MÎT'ê yên navborî eşkere kirin bê kîjan rêveberên MÎT'ê bi çeteyên DAÎŞ'ê û El Nûsra re mijûl bûne û ji bo çek û teqemenî ji çeteyan re bên şandin MÎT'ê TIR û otobusên taybet kirî ye. Rêveberên MÎT'ê li xwe mikur hatin ku ji bo birêxistinkirina çeteyan li otelên li Antalyayê 'civînên taybet' hatine lidarxistin û bi mînakan eşkere kirin ku bê DAÎŞ'î çawa weke tetîkkêşan ji aliyê MÎT'ê ve hatine bikaranîn, bi binçavkirina li derveyî qeydê li malên lêpirsînê ji bo welatên din hatine şandin.

GUNEL: MÎT'Ê BI TIR'AN ÇEK JI EL NÛSRA RE ŞAND

Rêveberê payebilind ê MÎT'ê yê ji aliyê HPG'ê ve hate girtin Aydin Gunel anî ziman ku MÎT'ê bi TIR'an çek ji El Nûsra û çeteyên din re şandiye. Gunel anî ziman ku li herêma otelên Kundu-Lara ya Antalyayê bi çeteyan re civînek hate lidarxistin û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan bi xwe tevlî vê civînê bû. Gunel destnîşan kir ku kesê yekser bi navê MÎT'ê bi çeteyan re di nava têkiliyê de ye, Berpirsyarê Daîreya Karên Taybet a MÎT'ê Kemal Eskîntan e. Rêveberê MÎT'ê Aydin Gunel li van agahiyan mikur hat:

"Alîkarî ji El Nûsra re hatin şandin. Piştî ku bihara Ereb dest pê kir, ne şaş bim sala 2011 ya jî 2012 bû. Li Antalyayê otelek hate girtin û civîn lê hate lidarxistin. Alîkarê Musteşar ê ji Karên Taybet Berpirsyar Kemal Eskîntan ku wê wextê Midûrê Serokê Daîreya Parastinê bû, tevlî civînê bû. Lîderên Mûxalefeta Ereb li hev civiyabûn. Hefteyekê hatibû kirin. Musteşar (Hakan Fîdan) jî tevlî bû. Piştre lîderên mûxalîf ên Ereb li Sûriyeyê hatin vegerandin. TIR'ên ji Sûriyeyê re hatin şandin, ji El Nûsra re hatin şandin. Tirkiye alîkariya çekan ji El Nûsra, ji komên Ereb ên mûxalîf û Artêşa Azad re dike. Piçtî ku DAÎŞ kete avahiya konsolosxaneya Mûsilê û yên di hundir de girt, bi DAÎŞ'ê re bazarî hate kirin. Komên din ên mûxalîf weke navbeynkar hatin bikaranÎn û ew şexs hatin berdan. Wê wextê di encama karê Serokatiya Daîreya Karên Taybet de hatin beradn."

Rêveberê din ê payebilind ê MÎT'ê yê ji aliyê HPG'ê ve hatiye girtin Erhan Pekçetîn jî agahiyên ku Aydin Gunel da piştrast kir û û li ser cih û çawaniya dayina alîkariya ji bo DAÎŞ'ê û El Nûsrayê bi detayan vegot. Pekçetîn anî ziman, alîkariya ji bo çeteyên DAÎŞ, El Nûsra û Artêşa Azad ji aliyê Serokatiya Karên Taybet a MÎT'ê ve tê meşandin û diyar kir Serokê Daîreya Karên Taybet a MÎT'ê Kemal Eskîntan niha Alîkarê Musteşarê MÎT'ê ye. 

ALÎKARIYA JI BO DAÎŞ'Ê Û EL NÛSRA JI ALIY3E SEROKATIYA KARÊN TAYBET A MÎT'Ê VE TÊ KIRIN

Rêveberê MÎT'ê Erhan Pekçetîn li ser mijarê ev agahî da:

"Dixwazim li ser damezrandin, kar û danûstandinên Serokatiya Karên Taybet agahiyê bidim. Serokê Karên Taybet Kemal Eskîntan niha di asta Alîkarê Musteşar de ye. Serokê Daîreya Parastinê bû. Serokê daîreya parastina Musteşar bû. Albayê teqawît e. Piştî ku Hakan Fîdan hat ew tevlî teşkîlatê bû. Danûstandinên wan bi danûstandinên Kemal Eskîntan bi eşîrên Ereb ên li Sûriyeyê dest pê kir. Dema ku Serokê Daîreya Parastinê bû dest pê kir. Dema wê tam nayê bîra min, lê piştî ku ez hatim Enqereyê ev bû. Dibe ku 2013-14 be. Serokatiya Daîreya Karên Taybet ava bû. Kemal Eskîntan jî bû Serokê Daîreyê. Naveroka Serokatiya Daîreya Karên Taybet ji personelan tê veşartin. Li ser karên wê nayê axaftin. Di nav de gelek leşkerên ji Hêzên Taybet hatine hene. Yek ji wan jî ji bo Serokatiya Îstîxbarata Giştî (GÎB) tayîn bû. Dema hat min pirsî 'Tu çima ji hêzên taybet hat?' Got, "Keko li wir 80-90 leşker hene. Fêhm nakin. Ji îstîxbaratê fêhm nakin. Ne ciheke ku mirov lê bixebite." Ji wir tê bîra min. Gelek leşker ji hêzên taybet ahtine. Karên Artêşa Azad bi temamî ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Taybet ve tên meşandin. Bi El Nûsra re yanî bi giranî xebatên li Sûriyeyê li Serokatiya Karên Taybet tên meşandin. Danûstandinên bi eşîran re, organîzekirina çûn û hatina endamên Artêşa Azad, naveroka perwerdeya wan ev hemû ji aliyê Hêzên Taybetn an jî efserên li wir di perwerdeyê de cih digirin ve tên dayin. Zanim ku çûn û hatina wan ji aliyê yên me ve tê kirin."

MÎT'Ê JI BO DAÎŞ Û EL NÛSRA OTOBUSÊN MERCEDES Û TIR ÊN TAYBET KIRIYE

Rêveberê MÎT'ê Erhan Pekçetîn anî ziman ku ji bo endamên çeteyên DAÎŞ û El Nûsrayê, ji bo şandina çek û cebilxaneyan ji wan re, MÎT'ê otobusên Mercedes ên bi rengê spî yên taybet û TIR kiriye. Rêveberê MÎT'ê Pekçetîn diyar kir ev wesayitên ji bo çeteyan hatine kirîn li biryargeha navenda MÎT'ê ne û li ser vê mijarê agahiyên balkêş da.

"Li gel me otobusên mercesed ên spî hene, ew hatin kirîn. Li teşkîlatê tine bû, ew hatin kirîn. Heft, heyşt heb hebûn. Li biryargehê bûn. Piştre mîna TIR'ên MÎT'ê tevî TIR'an li biryargehê li kêleka hev bûn. TIR'ên ku barê wan ew malzeme bûn, TIR'ên çek tê de bûn, TIR'ên cebilxane tê de bûn li biryargehê bûn. Sala 2012'an dema ku hatim, li wir bûn. Min dît ku bi rengekî barkirî bi şev derdiket û dihat. Bi taybetî dema ku bi şev ji sîteya navendî ya biryargehê derdiketin bal dikişandin. Navenda MÎT'ê ya li Yenîmahalleyê cihekî welê bi serê xwe nîne Avahî li rex hev in. Ne ciheke ku TIR karibe li bigere. Navberên avahiyan hene. Ne ciheke ku TIR karibin jê derkevin. Piştî wextekê ew TIR û otobus ji biryargehê derketin. Rojnameya Sozcu wêneyê wan TIR'an kişand. Ev wêne li Google bi cih kir û wiha nivîsand 'balê dikişînin'. TIR û otobusan bal dikişandin. Her hal li Pûrsaklar li cihekî kirê kirin an jî kirîn. Hevalekî min qala wê kir. Bawerim TIR'ên bi çek û cebilxaneyan barkirî li cem otobusan e. Ji ber ku aqilane ye. Ew der cihekî nêzî balafirgehê ye. Di navbera Pûrsaklar û balafirgehê de 3-4 kîlometre hene. Eger malzeme tê, malzemeya leşkerî ji derveyî welat bi balafirê tê, çek tê, di demeke kin de bêyî ku bala kesî bikişîne dikare bê wergirtin."

PAYEYA ESKÎNTAN KU ALÎKARÎ DA ÇETEYAN ZÛ BILIND BÛ

"Serokatiya Karên Taybet a MÎT'ê di çarçoveya vî karî de bi rê ve diçe. Kemal Eskîntan serokê daîreyê bû, piştre ew derxistina asta Serokatiya Karên Taybet. Kemal Eskîntan bû serok. Piştî salekê jî ew derxistin asta Alîkarê Musteşar. Alîkarê Musteşar ê Karên Taybet Kemal Eskîntan e. Serokê Daîreya Karên Taybet jî Ûgûr Kaan Ayik e. Gelekî balkêş e ku serokê daîreyekê di nava du saland e bibe alîkarê musteşar. Xuya ye gelekî zû payeya wî hate bilindkirin, gelek personel girtin. Gotibûn ku wê îsal jî gelek personelan bigirin. Lê nizanim bê çiqas jê tayin bû, çiqas ji ku girt."

TÊKILIYEKE XURT A MÎT'Ê BI EL NÛSRA RE HEBÛ

"Bûyerên li Sûriyeyê, ji eşîran heta birin û anîna çek û cebilxaneyan û veguhastina hêzên Artêşa Azad ji bo qada şer. Hevalekî min ê parastvan hebû. Çûbûm serokatiya daîreya hêzên taybet. Min yek dît û got, 'ev ê ne li hev kî ye?' Got, 'endamê artêşa azad e'. Min got, 'Çi karê van li vir heye?' 'Ev şer dikin?' Got, 'Ev diçin, heft rojan dema wan a şerkirinê heye. Tu tîmekî dibe, piştre dîsa vedigerîne. Piştî sê, çar rojan li ber te digere ji bo tu cihê wan biguherîne. Li çûn û hatina ji Tirkiyeyê mikur tên. Bê ser û ber cebilxaneyan bi kar tînin'. Dibe ku gelek fîşekan diteqînin. Min ev yek ji wî hevalê xwe bihîstibû. Serokatiya Daîreya Karên Taybet a MÎT'ê van organîze dike. Ji bilî vê, bi dîtina min danûstandinên bi El Nûsra re ew dikin. Ji ber ku wextekê têkilî û danûstandineke xurt a teşkîlatê (MÎT) li Sûriyeyê bi El Nûsra re hebû."

MÎT'Ê PERSONELÊ MÎT'Ê AYHAN ORAN REVAND Û LÊ PIRSÎ!

Rêveberê MÎT'ê Erhan Pekçetîn anî ziman ku di serî de li Enqereyê li gelek cihan malên lêpirsînê yên taybet ên MÎT'ê hene û diyar kir ku li nava MÎT'ê Daîreya FETO jî hatiye avakirin. Pekçetîn ragihand, rêveberê MÎT'ê Ayhan Oran ê ku navê wî di nava plansazên Komkujiya Parîsê de derbas bû û ji ber ku Fehtûllah Gulenî bû ji holê rabû, ji aliyê MÎT'ê ve hatiye revandin û di vê der barê de agahiyên gelekî girîng da:

"Me jî Navenda Lêpirsînê ya Karên Taybet bi kar anî. Weke Serokatiya Îstîxbarata Ewlekariyê (GÎB). Piştî rojekê Daîreya FETO şexsekî mêr anî. Ji xwe cihekî biçûk e. Sê, çar hucre lê hene. Wekî din cihê parastinê heye. Piştî ku ew hat Serokê GÎB'ê bi telefonê geriya û got, 'deng nekin, dengê xwe bilind nekin. Her wiha kamerayan bigirin'. Kamera hene ku hucreyan nîşan didin. Min texmîn kir ku ev endamekî teşkîlatê ye. Kesek bû ku diviyabû dengê me nebihîsta û em nedîta. Ji bo em jî wî nebînin kamera girtin. Lê min ew dît. Ayhan Oran bû ku tevî Ûgûr Kaan Ayik û Ogûz Yuret Komkujiya Parîsê organîze kiribû. Lingên Ayhan Oran, ji ber ku bi gogê dilîst ber bi derve ve hinekî xwar bû. Piştre di çapemeniyê de jî cih girt. Bi pirsa 'Ayhan Oran li ku ye?'"

MALÊN LÊPIRSÎNÊ YÊN MÎT'Ê

Rêveberê MÎT'ê Erhan Pekçetîn anî ziman ku MÎT bi rengekî ne legal operasyonên binçavkirinê dike, li Stenbol, Wan û Amedê malên xwe yên taybet ên lêpirsînê hene:

"Ew der ji sala 1999'an ve nedihat bikaranîn. Karê paqijiyê, amadekariyê hatin kirin. Me ew der dan vekirin. Li Wanê, li Stenbolê, li Amedê li biryargehê malên lêpirsînê hene. Erka me ya binçavkirinê nîne. Yên ku li karên serokatiya ÎKK cih digirin erka wan a binçavkirinê heye. Eger hûn bigirin, îllegal e. Hûn dikarin kesî pê nehesîne, haya raya giştî jê çênebe, bi vî rengî bigire û berde. Hûn dikarin pêşniyar lê bike ku bibe endamê we ya jî bersivan jê bigire. Biryara vê ji aliyê daîreya we ve tê dayin. Bi giranî ji bo pêşniyara wezîfeyê lê bê kirin, ji bo bike personel, tê giritn. Me cihê Serokatiya Daîreya Karên Taybet bi kar anîn. Cih, budçe û otobus... Tiştên ku niha bêjim ev e."

ENDAMÊN DAÎŞ'Ê LI MALÊN LÊPIRSÎNÊ YÊN MÎT'Ê NE...

Rêveberê MÎT'ê Erhan Pekçetîn diyar kir ku DAÎŞ'î li malên lêpirsînê yên taybet tên lêpirsîn û li gorî daxwaza dewleta Tirk tên bikaranîn. Bi mînakan ev yek vegot:

"Navenda Serokatiya Daîreya Karên Taybet, li derveyî navenda li Yenîmahalleyê, li derveyî Bûlwara Anadolû ye, ku berê weke Çîftlîk dihate binavkirin. Erka binçavkirinê ya wê derê nîne. Di nava MÎT'ê de ji bilî ÎKK ti daîre xwedî erka binçavkirinê nîne. Serokatiya ÎKK jî dikare bi sûcdariya ajan bigire û fezleke amade bike. Wekî din erka binçavkirinê ya ti daîreyan nîne. Wê wextê erka Serokatiya Karên Taybet jî nebû. Lê belê bi rengekî îllegal dihatin binçavkirin, lêpirsîn û berdan. Tesîsatên wan xurtir bû. Min li wê derê DAÎŞ'iyekî ciwan dît. Got, 'Dema li Sûriyeyê bû me ev girt. Endamê DAÎŞ'ê ye'. Zarokekî ciwan bû, 25-26 salî bû. Yekî ji Îranê bû. Bi balafirê birin Qersê, ji wir birin sînorê Bazîdê û wê teslîmî Îranê bikira. Lê belê di berdêla çi de dan. Li gorî çi. Nizanim. Gelo Hakan Fîdan ji bo jestê li Îranê bike kir, bi wê nizanim. Nizanim bê endamê DAÎŞ'ê yê Îranî hat teslîmkirin ya na. Serokatiya Daîreya Karên Taybet gelo ew ji nava şer girt. Pê zanim ku ji bilî wî jî hinek girtibûn. Çavkaniyekî Hatayê girtibûn. Dema ku fêhm kirin çavkanî ye, serbest berdan."

LI KAMPÊN HATAY, DÎLOK Û RIHAYÊ ÇETEYÊN EL NÛSRA Û DAÎŞ'Ê TÊN PERWERDEKIRIN

Rêveberê MÎT'ê Erhan Pekçetîn diyar kir ku budçeya Serokatiya Karên Taybet a MÎT'ê jî gelekî zêde ye ku alîkariya perwerde, çek, cebilxane û personelan dide çeteyên DAÎŞ, El Nûsra û Artêşa Azad:

"Budçeya wan gelekî zêde ye. Ji ber ku karê wan gelekî taybet e, budçeya wan gelekî zêde ye. Otobus, TIR, birin û anîna çekan, birin û anîna endamên Artêşa Azad ji kampan. Kampên li Hatay, Riha û Dîlokê di çapemeniyê de cih giritbûn. Hin kamp hene ku destûr nayê dayin ku parlamenter bikevin hundir. Dibe ku ji wan bin. Yên me (MÎT) çûn û hatinê organîze dikin, Karên Taybet organîze dike. Ti ji personelên teşkîlatê ewqas TIR weke wesayitên servîsê bi kar neanîn. Ew Mercedesên spî, tevî ku li navendê jî bû, ew otobus nehatin bikaranîn. Ez bi wê zanim. Zanim ku budçeya karên taybet ji ber vê yekê zêde ye."

JI BER ALÎKARIYA BI DAÎŞ, EL NÛSRA Û ARTÊŞA AZAD, BUDÇEYA MÎT'Ê HATE ZÊDEKIRIN

Rêveberê MÎT'ê Pekçetîn anî ziman ku ji ber alîkariya ji çeteyên DAÎŞ, El Nûsra û Artêşa Azad re tê dayin, budçeya MÎT'ê hatiye zêdekirin û wiha dewam kir:

"Dema ku Hakan Fîdan hat budçeya MÎT'ê li dora 410 milyon dolarî bû. Budçeya MÎT'ê niha 1 milyar û sed hezar dolar e. Di nava çar pênc salan de gelekî zêde bû. Bi dîtina min ev yek jî ji ber daîreya karên taybet e. Her wiha navenda nû tê çêkirin. Li derveyî Yenîmahalleyê navendek tê çêkirin. Ew jî li nava budçeyê hatiye bicihkirin an na, bi wê nizanim."

RÊVEBERÊN MÎT'Ê YÊN HEVKARIYÊ BI DAÎŞ'Ê RE DIKIN: HUSEYÎN ŞÎRÎN Û KEMAL ESKÎNTAN

Rêveberê MÎT'ê Erhan Pekçetîn li ser operasyona MÎT'ê ya DAÎŞ'ê û dewleta Tirk a bi hev re kirin, ev agahiyên girîng da:

"Ji bilî vê, karên taybet ji bilî danûstandinên bi El Nûsra û Artêşa Azad re, li ser serdegirtina Konsolosxaneya Mûsilê û dîlgirtina wezîfedarên konsolosxaneyê ye. Ket navberê, bi DAÎŞ'ê re têkilî danî û ji bo rizgarkirina rehîneyên li konsolosxaneya Mûsilê bi rolekê rabû. Ji ber ku belgeya Serketineke Mezin ji Kemal Eskîntan re hate dayin. Ez wê wextê li wir bûm. Dan Huseyîn Şîrîn û wî. Huseyîn Şîrîn wê wextê Serokê Daîreya Iraqê ya DBO'ê (Serokatiya Operasyonên Derve) bû. Dema di ber me re derbas bû, Midûr Levent jê re got, 'Kurê min te çi kir, te kî kulopanî kir ku ev dan te?' Wî jî got, 'Na keko'. got, 'Ev ji ber operasyona Mûsilê ye'. Min ev yek li wir jî wî bihîst. Di bûyera rizgarkirina rehîneyên li konsolosxaneya Mûsilê de Huseyîn Şîrîn û Kemal Eskîntan cih girtin. Ji ber vê yekê yekser bi DAÎŞ'ê re bazarî hate kirin. Hat fêhmkirin ku rehîneyên li konsolosxaneyê hatine rizgarkirin. Bi dîtina min têkiliya bi DAÎŞ'ê re van danîn."

DEWLETÊ MIRINA 4 PERSONELÊN MÎT'Ê NIXUMAND

Rêveberê MÎT'ê her wiha ragihand ku di teqîna otobusekê de ku çete ji Efrînê re hatin şandin, 4 personelên MÎT'ê mirin, lê belê dewletê ev bûyer nixumandiye:

"Dixwazim çend tiştên din li serdegirtian Konsolosxaneya Mûsilê zêde bikim. Di dema veguhastina artêşa azad de ku ji aliyê Serokatiya Karên Taybet ve hate kirin, bûyerek hebû ku gelekî zêde di çapemeniyê de cih negirt. Lê belê di înternetê de cih girtibû. Li dijî otobusa me ya Mercedes a ku endamên artêşa azad dibir ji Efrînê re, êrîşeke bombeyî ya xwekuj hate kirin. Bi qasî ku min bihîst, di wê bûyerê de hevalekî min ê ji Îzmîrê şehîd bû, min jê hez dikir. Kurikekî li hev hatî û bejn dirêj bû. Ajokarekî me û du parêzvan an jî sê ya jî çar kes şehîd bûn. Otobusê dibîne. Di destê heval de lîsteyke heye. Êrîşkarê xwekuj ê DAÎŞ'ê jî dixwaze lê siwar bibe. Jê re dibêjin 'di lîsteyê de navê te nîne'. Wî lê siwar nakin. Jê re dibêje 'ez ê te li otobusê siwar nekim'. Ew jî li ber deriyê otobusê xwe diteqîne. Bêyî ku lê siwar bibe xwe diteqîne. Eger lê siwar bibe wê zerareke mezintir bide. Sê, çar kes şehîd dibin. Ji endamên artêşa azad jî çend kes diçin. Min wêneyê wê jî dît, deriyên bagajê yên kêlekê vebûne. Wêneyekî ji kêlekê hatiye kişandin. Eger li hundir biteqe, wê cam hûrhûrî bibin. Diyar e ku li derve teqiya y. Ji karên taybet, weke rêxistinê em zêde şehîdan nadin. Kêm caran hatiye dîtin ku bi carekê ve sê çar şehîd hatiye dayin."