Rêveberên Lafarge yên ku bertîl dane DAIŞ’ê wê bên darizandin

Li Fransayê dozger di derbarê 2 endamên paye bilind yên rêveberiya kargeha çîmento û betonê ya Lafarge de ku bi sûçê bertîl dane çeteyên DAIŞ’ê îdianame amade kir.

Di sala 2010’an de li bajarokê Çelebî yê ku dikeve başûrê Kobanê Kargeha Lafarge li Sûriyeyê şaxê xwe vekir, di sala 2013’an de bi dagirkirina bajarên derdor ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rêveberên kargehê bertîl dida çeteyan.

Sala derbasbûyî ev rewşa sosret derket holê. Ji ber vê rewşê di derbarê Brûno Lafont ku di nava salanên 2007-2015’an de  rêvberiya giştî ya kargehê dikir û alîkarê midûrê giştî yê berê Chrîstîan Herraûlt de îdianame hate amadekirin. Ji bo herdu rêveberan sûçên ‘fînansekirina rêxistinekî terorîst’ û ‘metirsî xistina li ser jiyana kesên din’ tê kirin.

Lafarge di sala 2015’an de bi kargeha çîmento a Holcîm a li Swîsrereyê re bû yek û di derbarê rêveneriya kargehê Erîc Olsen de jî roja Pênçşemê bi heman sûçan îdianame hatibû amadekirin.