Rêveberên DBP'ê yên Nisêbînê qeza kir

Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Zînet Algan, Hevşaredar Cengîz Kok û Endama Meclîsa Şaredariyê Emîne Akyuz qeza kirin. Akyuz ji ber qezayê bi giranî birîndar bû.

Qeza doh bi şev li nêzî gundê Sûçeken ê navçeya Heskîfê ya Êlihê rû da. 

Li gorî agahiyan, rêveberên DBP'ê dema ji rûniştina doza Şaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya vedigeriyan, wesayita wan û wesayiteke din li hev qelibîn.

Ji ber qezayê Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Zînet Algan, Hevşaredar Cengîz Kok, endama Meclîsa Şaredariyê Emîne Akyuz û xwişka şaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya jî di nav de 6 kes birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê. Tê gotin ku rewşa Akyuz giran e û di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de hîn nehatiye ser hişê xwe.