Rayeyên serokwezîrê Srî Lankayê hate sekinandin

Dadgeha Îstînafê ya Srî Lankayê bi hinceta ku ‘dikare xisaran bide welat’ rayeyên serokwezîr Mahînda Rajapakse da sekinandin.

Piştî ku di 26’ê Cotmehê de li Srî Lankayê Rajapakse ji dêvila Ranîl Wîckremensînghe ji aliyê serokwezîr Maîthrîpala Sîrîsena hate wezîfedarkirin li welat krîzeke siyasî heye.

Serokwezîr ê ku rayeyê wî jê hatiye stendin bi hinceta ku ev biryar li dijî Destûra Bingehîn e red dike ku dev ji wezîfeya xwe berde.

Serokwezîr Maîthrîpala Sîrîsena di dawiya meha Mijdarê de bi armanca ku hilbijartineke giştî were lidarxistin parlemento fesh kiribû. Lê Dadgeha Bilind ev biryar betal kir û ferman da ku bila amadekariyên hilbijartinê werin sekinandin.

Hefteya borî gelek parlementeran nerazîbûn nîşan dan ku Rajapakse dev ji biryarê bernedaye. Dadgeha Îstînafê mudaxeleyî vê rewşê kir.

Parlementoyê hemû îhtîmalên ku Rajapakse dikare fonan xerc bike, ji destê wî stendibû.