Rayedarên DYE'yî li Rojava û Tirkiyeyê ne

Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey li Tirkiyeyê, Fermandarê Hêzên Navendî yên DYE'yê Kenneth McKenzie jî li Rojava ye.

Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey bi vexwendina hikumeta AKP'ê hate Enqereyê û dest bi hevdîtinan kir.

Di heman demê de Fermandarê Hêzên Navendî yên DYE'yê (CENTCOM) Orgeneral Kenneth McKenzie jî li Rojava dest bi hevdîtinan kir.

Jeffrey wê îro û sibe bi rayedarên hikumetê re hevdîtinan bike.

McKenzie jî li Hesekê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir. Tê gotin ku Ebdî û McKenzie der barê bûyerên li sînor axivîne.

EBDÎ HIŞYARÎ DABÛ

Ebdî beriya çend rojan hişyarî dabû ku eger Tirkiye êrîşî devereke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike wê ev yek veguhere şerekî mezin.