Rastgirên tund ên Elman li nava sendîkayan xurt dibin

Rastgiriya tund ku di hilbijartinên giştî yên Elmanyayê de 13 ji sedî rêjeya dengan standin û li gelek eyaletan hatin temsîlkirin, xwe li nava nûnertiyên sendîkayî jî bi xurtî bi rêxistin dikin.

Yek ji yekîtiyên sendîkayan ên girîng ên Elmanyayê Yekîtiya Sendîkayên Elman (DGB) meha kanûnê hişyarî dabû. Ev hişyariyên DGB'ê di hilbijartinên nûnertiyan de ku 1'ê Adarê dest pê kir, bi cih hat.

Hilbijartina ji bo diyarkirina nûnerên 180 hezar xebatkarên li 28 hezar kargehan dewam dike. Kêm jî be heta niha di hilbijartinê de tê dîtin ku rastgirên tund xurt bûne. Li gelek şîrketan di hilbijartinê de sendîkaya IG Metall û gelek sendîkayên çep û nerm piraniya nûneran bi dest xistin. Lê belê nûnerên rastgiriya tund ên AfD'ê jî rêjeyeke girîng a dengan bi dest xistin.

Di dengdana Daimler-Werk de ya li Unterturkheimê, ku 22 hezar xebatkarî deng dan, lîsteya IG Metall xwe gihand 75 ji sedî ya rêjeya dengan. Hat ragihandin ku lîsteya rastgirên tund jî 13 ji sedî yê dengan girtiye. Rastgirên tund li şûna 4 nûneran, 6 nûner bi dest xistin.

Tê gotin, rastgirên tund li gelek febrîqe û kargehên mezin rêjeya dengê xwe zêde kirine û asta temsîliyeta xwe bilind kirine.

Gelek sendîka destnîşan dikin ku xurtbûna rastgirên tund di salên dawî de, xizmetê ji têkbirina hevsengiyên ku ji bo xebatkaran bi rengekî erênî hatibûn guhertin, dike.