Rapora NY: Hûsîyan êrîşî Aramcoyê nekirine

Di raporekê de ya ji bo Desteya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hatiye amadekirin, tê diyarkirin ku Hûsiyan di meha Îlonê de êrîşî şîrketa petrolê ya Siûdiyan a bi navê Aramcoyê nekirine.

Di 14’ê Îlona 2019’an de êrîşî rafîneriyên petrolê yên şîrketa Aramcoyê ya Erebistana Siûdî hatibû kirin. Milîsên Hûsî yên Îran piştgiriya wan dikin, ev êrîş li xwe girtibûn.

‘ÊRÎŞ JI YEMENÊ NEHATE KIRIN’

Ji bo Desteya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji aliyên kesên pispor raporek hate amadekirin û di raporê de tê diyarkirin ku îxtîmala Hûsiyan ev êrîş kirine, gelekî kêm e.

Li gorî îddîaya Reûtersê êrîş ne ji Yemenê lê ji aliyê bakur, bakurê rojava yan jî ji bakurê rojhilat hatiye kirin. Di raporê de tê diyarkirin ku fuze ji Yemenê nehatine avêtin.

Di raporê de tê gotin ku “Komîsyona me ya lêkolînê diyar dike, ev çekên wisa ne mumkun e ku li Yemenê werin çêkirin.”

Ji ber vê êrîşa li ser rafîneriya petrolê DYE û gelek welatan ji ser Hûsiyan Îran sûcdar kiribû. Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Siûdî Adil El Cubeyr jî diyar kiribû ku li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî wê ‘bersivê bidin.’