Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Rajoy wê bi partiyên li dijî referandûmê ne, rûnê

Serokwezîrê Spanyayê yê ku dixwest referandûma gelê Katalanê bi polîsan asteng bike, îddîaya wî ev e ku wê vê kêşeyê bi partiyên li dijî referandûmê re çareser bike.

Ligel hemû zext û zordariyan di referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê de ji nav 5,3 hilbijêran 2,3 milyon hilbijêran deng dabûn û ji sedî 92’yan zêdetir dengê ‘erê’ derketibû.

Serokwezîrê Spanyayê Marîano Rajoy yê ku bi deh hezaran polîsan jî nikaribû referandûmê asteng bike, bi fermana wî polîsan şîddet bi sedan kesî kiribû.

Rajoy niha jî ji bo şikandina xeleqê, li ser navê ‘çareseriyê’ bi partiyên li dijî referandûmê dicive. Duh bi serokên Partiya Sosyalîst (PSOE) û lîberal Cîûdadanos civiya û hate îddîakirin ku Rajoy ji ‘pêşniyazan’ re amade ye.

Di daxuyaniyê de ya ku li ser navê hikumetê hate dayîn, hate diyarkirin ku wê Rajoy bi partiyên din re jî bicive.

Katalonya ya ku nifûsa wê 7 milyon û nîv e, di nav axa Îspanyayê de herêma herî dewlemend e. Di referandûma di sala 2014’an de ligel ku ji aliyê hikumeta navendî hatibû qedexekirin jî ji sedî 80’ê hilbijêran dengê xwe dabûn serxwebûnê.

Serokê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdemont daxwaz kiribû ku bila bac jî werin parvekirin lê Spanyayê guh nedabû vê daxwazê. Bi banga Pûîgdemont re partiyên Katalan di Parlementoya Herêmê de biryara referandûmê stendibûn.