Rageşiya piştî biryara li ser Qudsê berdewam dike

Piştî biryara Donald Trûmp ku Quds bi paytextbûna Israîlê ragihandibû ji dinyayê gelek helwest tên, di xwepêşandanên protestoyî de gelek kes birîndar bûn.

Li gel hişyariyên Neteweyên Yekbûyî( NY), welatên dî û rêveberiya Filîstînê jî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp Quds bi paytextbûna Israîlê ragihand.

Piştî vê biryara Trûmp hatibû gotin di navbera gelê Filîstîn û Israîlê de wê pêleke nû ya tundiyê çêbibe.

Filîstîniyên ku Rojhilatê Qudsê bi paytextbûna dewleta xwe ya siberojê dizanin li gelek bajaran derktin kuçeyan. Di xwepêşandanên Şerîa ya Rojava û Gazzeyê de bi hêzên ewlehiyê yên Israîlê re şer derket. Tê gotin di xwepêşandanên duh de bi kêmanî 22 kes bi guleyan birîndar bûne.

Lê bi birîndarên bajarê dî re tê texmînkirin ku ev hijmar zêdetir be.

BI DEHAN KES BIRÎNDAR BÛN

Piştî ku Hamasê, ya ku li Gazzeyê kontrol pê re banga ‘întîfada’yê kir, beriya pevçûna ku çêbibe Israîlê jî bi sedan leşker kişande ser Şerîaya Rojava. Filistînî bi taybetî li Ramallahê, El Halîl, Beytullahîm, Nablûs û Gazzeyê derketin kuçeyan, hêzên ewlehiyê yên Israîlê bombeyê ku hêstirêj, guleyên plastîk avêtin.

Bi banga grêva giştî re li Şerîaya Rojava û Rojhilatê Qudsê gelek dirabe hatin girtin û her wiha dibistan jî nehatin vekirin.

Her wiha di serî de li Rojhilata Navîn li gelek welatan li dijî biryara Trûmp li ber sefaretxaneyên DYA’yê çalakiyên protestoyî hatin kirin. Tê gotin xwepêşandan herî pir li Amman a Ûrdinê, li paytexta Tûnisê Tûnisê û li Lubnanê xurt in. Lîderê Hîzbûllahê yê ku li Lubnanên karîger e, Hasan Nasrallah bang kir ku derkevin derve.

HELWESTÊN JI DINYAYÊ

Piştî biryara Trûmp a li ser Qudsê Çekyayê jî piştevaniya xwe ji bo Israîlê nîşan da. Hikûmeta Çekê ragihand ku ew ê sefaretxaneya xwe ji Tel-Avîvê bibin Qudsa Rojava. Ji ber ku ev biryara Qudsa Rojhilat di xwe de venahewîne ji ya DYA’yê hinekî cuda ye.

Yekîtiya Ewropayê (YE) jî diyar kir ku biryara Trûmp wê herêmê ber bi tarîtiyê ve bibe. Nûnera Têkiliyên Payebilind ê YE’yê Federîca Mogherînî diyar kir ku biryar bi wê potansiyelê ye ku dikare herêmê ber bi demên ne xweş ve bibe.

Serokwezîrê Israîlê Benyamîn Netanyahû duh dîsa pesnê Trûmp da û got, ‘’Navê Trûmp heta hetayê wê bi dîroka paytexta me ve be’’.

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê ku li Avûstûryayê bû, got, Trûmp vîna gelê Amerîkayê pêk aniye.

Piştî biryara Trûmp endîşya ku di navbera du gelan de şer derkeve didome, Konseya Ewlehiyê ya NY’yê îro bi vê rojevê wê rûne.