QSD’ê nasnameya şervanê çalakiya fedayî pêk anî eşkere kir

QSD‘ê nasnameya şervanê xwe ku li Girê Spî bi çalakiyeke fedayî li gundê Mişrafa yê Girê Spî şehîd bibû eşker kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand Berxwedan Amed li dijî dagirkeriya artêşa Tirk li Girê Spî çalakiyeke fedayî pêk anî. Di çalakiyê de zêdeyî 20 çete hatin kuştin.

QSD‘ê got, Berxwedan bi çalakiya xwe ji her kes re diyar kir ku vîna xurt çeka herî bi hêz a li dijî hemû teknîk û hişmendiya dagirkeriyê ye.

QSD’ê ev aghî parve kir:

"Şervanên ku ji roja yekem a Şoreşa Rojava ve ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd bi xwe, malê xwe û jiyana xwe têkoşiyan vaya îro rûmeta gelê xwe diparêzin.

Li dijî êrîşên terorîst ên li ser Rojava, bi hezaran ciwanên vî welatî bi îrade û berxwedaniyeke leheng û bi fedayetî li ber xwe dan û bûne mertalên vî welatî.

Şehîd Berxwedan ji roja yekemîn a şoreşê ve ji bajarê Amedê hat, banga seferberiya giştî ya parastina keleha Berxwedanê Kobanê pêk anî, bi hevlaên re çek hilgirtin û mil bi mil şerê DAÎŞ‘ê kirin, heta têkçûna wê li Baxozê. Şehîd Berxwedan hemû erkên xwe bi serkeftî bi cih anî, tim li xetên pêşîn bûn û bi îradeyeke xurt rû bi rû şerê DAIŞ‘ê dikir.

Dema ku birîndar bû jî j berxwedanê gav paşde ne avêt û li xetên pêşîn dima. Wekî çawa li hemberî DAÎŞ‘ê sekinî li hemberî dewleta Tirk sekinî û bi israr û qehremanî şer kir. Lê bi îradeya xurt biryara çalakiyeke fedayî da û di biryarê de bi serket.

Artêşa dagirker têkçûna terorê li Rojavayê Kurdistanê qebûl nekir, ji ber vê yekê rêze êrişên xwe li ser herêmên ewle pêk anîn, lê li hemberî berxwedêrên mîna Berxwedan rû bi rû ma. Şehîd Berxwedan jî mîna Arîn Mîrkan û Îlan xwe kir bomb û bi dagirkeran ve teqand. Di demekê de ku ji her kesî parastina welat dihat xwestin, Berxwedan li benda tu kesî nema û destgirtî nema, lê bi rihê Arîn û Îlan û bi îrade û riheke xurt çalakiyek fedayî pêk anî û şehîd bû.

Şehîd Berxwedan bi çalakiya xwe ya fedayî zêde 20 çete kuşt, ji her kesî re diyar kir ku îradeya bi hêz çeka herî xurt a li dijî her teknîk û hişmendiya dagirkerî ye.

Ji bo vê em hemû şehîdên azadiyê bi taybet şehîdên şerê Rojavayê bibîr tînin û ji malbata şehîd û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku em ê pêşerojeke azad ji mîraseyên van şehîdan ava bikin û xeta wan bişopînin."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Berxwedan Amed

Nav û Paşnav: Yûnis Mihemed

Navê Dayikê: Muqedes

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Gundê Mişrafa-Girê Spî/22‘yê Cotmeha 2019