QSD’ê bîlançoya îro ya berxwedana li Efrînê eşkere kir

QSD’ê têkildarî bîlançoya Berxwedana Serdemê ya îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker gelek herêmên Efrînê bomberdûman dike.

QSD’ê têkildarî bîlançoya Berxwedana Serdemê ya îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker gelek herêmên Efrînê bomberdûman dike.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê navenda bajarê Efrînê û çerxeriya gundê Ênhecerê ji seaetên serê vê sibê ve bi çekên giran topbaran kirin. Topbaran heta saet 11:00’an dom kir.

Şevê din saet di 19:00’an de jî dagirkeran bi çekên giran taxa Eşrefiyê û gundê Turindê yê bi ser bajarê Efrînê ve topbaran kirin.

ŞERA

Li eniya gundên Sarîncekê û Duraqliya artêşa dagirker û çeteyên wê duh bi çekên giran derdora herdu gundan heta saet 17:00’an topbaran kirin.

Piştre di navbera şervanên me û hêzên dagirker de pevçûn rûdan û balefirên dagirkeran gundê Duraqliya bombebaran kir.

Ji saetên sibê ve artêşa dagirker û çeteyên wê gundê Dêrsiwanê bi çekên giran topbaran kir û heta saet 11:00’an berdewam kir. Di encamê de ziyan bi mal û milkên welatiyên sivîl bûn.

ŞIYÊ

Li eniyên navçeya Şiyê artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran hemû gundên navçeyê topbaran kirin. Topbaran ji şevê din heta îro saet 11:00’an berdewam kir.

Li gundê Çeqela hêzên dagirker bi çekên giran heta dema amadekirina vê nûçeyê gund topbaran dikin.

RECO

Li eniya gundê Qude di navbera şervanên me û hêzên dagirker de pevçûnên dijwar rû dan. Şervanên me êrîşeke dagirkeran li vê eniyê şikandin û hin çekên dagirkeran desteser kirin. Çete neçar man ku bi paş ve birevin.

Îro ji serê sibê ve artêşa dagirker bi çekên giran gundê Qude û derdora wê topbaran dikin, balefirên dagirkeran jî bê li ser vê herêmê digerin.

BILBILÊ

Di navbera şervanên me û hêzên dagirker de şevê din saet di 19:00’an de pevçûnên giran rûdan û di encamê de ziyanên mezin bi êrîşkaran bû û li gorî ku şervanan piştrast kirine tankeke êrîşkaran hatiye teqandin.

Ji saetên serê sibê ve balefirên keşfê yên artêşa dagirker li ser navçeya Bilbilê bê navber digerin. Hêzên dagirker gir û gundên navçeyê bi çekên giran topbaran dikin.”