Qeşa li Antarktîkayê 5 salên dawî gelekî zû heliya

Cemeda li Antarktîkayê ku 90 ji sedî yê qeşa li tevahiya cîhanê li wir e, van pênc salên dawî qat bi qat zû dihele.

Tîma navneteweyî ya bi navê IMBIE, li ser helîna qeşa li Antarktîkayê du lêkolînên mezin kir û ev lêkolîn li kovara Natureyê hatin weşandin.

Di lêkolînê de hate bibîrxistin ku di navbera salên 1192-2011'an de cemeda li Antarktîkayê salane 76 milyar ton heliya ye û hate ragihandin, di navbera salên 2012-2017'an de salane 219 milyar ton cemed heliya ye. Ev yek jî nîşan dide, 5 salên dawî ku germa global zêde bûye, rêjeya helandina cemedê li gorî dema beriya sala 2011'an bi 3 qatî zêde bûye.

Li gorî lêkolînê, qeşa ku ji sala 1992'an û vir ve li Antarktîkayê heliya ye, gihîştiye asta 3 hezar milyar tonî. Tê gotin, cemeda heliya ye jî bûye sedem ku asta bilindahiya okyanûsê 0,8 santîmetreyî zêde bibe.

EGER BI TEMAMÎ BIHELE WÊ AVA LI OKYANÛSAN BI 60 METREYÎ BILINDTIR BIBE

Tê texmînkirin ku eger qeşa ji ber germa global bihele, wê gelek welat di nava avê de bimînin.

Antarktîka ku 90 ji sedî yê cemeda tevahiya cîhanê lê ye, 98 ji sedî yê dorhêla wê qeşa girtî ye. Tê gotin, eger temamiya qeşa li parzemîna Antarktîkayê bihele, wê ava okyanûsan bi 60 metreyî bilind bibe.