Qedexeya înternetê bandora herî giran li medya Kurd dike

Zextên li ser çapemeniya Kurd û sosyalîst, bingeha sansurkirina înternetê ye. Di raproa sansurê de di nava malperên çapemeniya Kurd de yên ku heta sala 2023'an hatin sansurkirin ANF di rêza destpêkê de ye.

SANSURA LI SER ÎNTERNETÊ

Komeleya Karên Hiqûqî û Medyayê (MLSA) û FreeWeb Rapora Sansurê ya 2023'an weşand. Di raporê de hate ragihandin ku tenê li Tirkiyeyê di sala 2023'an de weşana 14 hezar û 680 nûçe hate astengkirin. Qedexeya li ser nûçegihaniya înternetê jî sala 2023'an gihîşt asta herî bilind. Rapora MLSA'yê asta qedexeyê raxist pêş çavan.

Li gorî vê yekê tenê di sala 2023'an de:

197 hezar û 907 navên qadê
14 hezar û 680 nûçe
5 hezar û 641 parvekirinên medya dîjîtal
743 hesabên medya dîjîtal
38 şîroveyên li ser google
33 encamên lêgerînê
9 sepanên mobîl
5 dosyayên Google Drive
2 adresyên mailê
Dokumaneke Googleyê hatin astengkirin.

Di sala 2023'an de 30 navên qadê yên cuda yên malperên nûçeyan hatin qedexekirin. Malperên nûçeyan ên herî zêde hatin qedexekirin bi vî rengî ne:

Kızıl Bayrak 5
ETHA 4
Komün Dergi 3
Gazete Patika 3
Özgür Gelecek 3
Yeni Demokrasi 2
Alınteri, Yeni Yaşam, Jinnews, Yeni Demokrat Gençlik carekê hatin qedexekirin.

MEDYA KURD BI RÊK Û PÊK HATE QEDEXEKIRIN

Qedexeya li ser çapemeniya Kurd û çapemeniya sosyalîst bingeha sansura li ser înternetê ye. Malbatên çapemeniya Kurd ên sala 2023'an herî zêde hatin qedexekirin bi vî rengî ne:

Ajansa Nûçeyan a Firatê-ANF
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê
Yenî Ozgur Polîtîka
Yüksekova Haber
Azadiya Welat
Rojnews
JINHA
Jinnews
Yeni Yaşam
Özgür Gündem
Medya Haber
Ajansa Mezopotamya

Ji bilî van weşanên muxalîf ETHA, Gazete Duvar, SendikaOrg, Mücadele Birliği, Evrensel, Birgün, Artı Gerçek, Sol Haber, Yeni Demokrasi, malperên wan ên înternetê hatin qedexekirin.

Heta sala 2023'an malperên nûçeyan ên herî zêde hatin qedexekirin di raporê de bi vî rengî hatin ragihandin:

Nuçe Ciwan 163
Kızıl Bayrak 86
Demokrasi.com 79
Sendika.org 62
Özgür Gelecek 58
ETHA 57
ANF 56
JINNEWS 52 caran hate astengkirin.

Ji bilî malperên nûçeyan ên medya dîjîtal, malper û bernameyên ji aliyê desthilatdariyê ve hatin qedexekirin bi vî rengî ne:

Servîsa şandina e-mail a komî Sendgrip
Vercel
Readthedoss
Bernameya Martı Taşımacılık
Ekşi Sözlük
YouTube
Twitter
Înstagram
Roblox