Qameya li gora Tûtankhamûn hat dîtin, ji meteorekî hatiye çêkirin!

Qameyek li gora fîrewnan a li Geliyê Qralan ê li Misirê hat dîtin, tê texmînkirin ji parçeyên meteorekî hatiye çêkirin.

Ev qame ji aliyê zanyarên Îtalyanî û Misirî ve li gora fîrewn Tûtankhamûn hat dîtin. Encamên lêkolîna li ser vî qame hat kirin, di kovara Meteoritics and Planetary Scince hatin weşandin. Qame yê niha li Muzeya Misirê ya li Qahîreyê ye, bi teknîka rontgen a nûjen hat lêkolînkirin. Di encama vê lêkolînê de hat dîtin, li serê vî qameyî bi rêjeyeke bilind nîkel heye.

Li gorî encamên lêkolînê, pêkane ku ev qame bi hesinê ji meteorîtekî hatiye hatiye çêkirin. Di lêkolîna hat weşandin de hat ragihandin, ku di lêkolîna bi dehan salan de çavkaniya vî hesinî nehatibû tespîtkirin.

Zanyarên di lêkolînê de cih girtin bal kişandin ser hiyeroglîfên Misiriyên berê û dan zanîn, ku di van hiyeroglîfan de gelekî qala meteoran tê kirin. Zanyaran dan xuyakirin, ku li Misira kevn gelekî qala hebûna "parçeyên hesin ên ji ezmanan dibarin" tê kirin û di çanda wê demê de hesin xwedî cihekî girîng e.

Pisporê navdar Tarik Walî lêkolîna zanyarên Îtalyanî û Misirî lêkolîn kir û anî ziman, yek ji delîlên girîng ên heta roja îro, hatiye peydakirin.

Ev qameyê tê texmînkirn ji meteorît hatiye çêkirin, di sala 1922'an de ji aliyê zanyarê Îngilîz Howard Carter ve hat kifşkirin û li gora fîrewnê Misirê Tûtanhamûn a 3 hezar 300 sal beriya niha hatibû çêkirin, hat dîtin.