Qala hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê kir

Dewleta Tirk û komên wê yên çete piştî ku Efrîn dagir kirin êşkenc li E.Ş. kirin. Ji malbata E.Ş. 3 kes ji ber zilma li wan hate kirin jiyana xwe ji dest dan.

Ji dema ku dewleta Tirk û komên wê yên çete Efrîn dagir kirine, li navend û gundên Efrînê talan, êşkence, revandina mirovan, destavêtin û desteserkirin dewam dikin. Çeteyên DAÎŞ, El Nûsra û OSO bi fermana dewleta Tirk bi her awayî barbariyê li Efrînê dikin. Efrîniyê bi navê E.Ş. ku dema Efrîn hate dagirkirin nexwest xaka xwe bi destê çeteyan ve berde, bû hedefa hovîtiya dagirkeran. Leşker û çeteyên dewleta Tirk bi mehan êşkence li E.Ş. kirin.

E.Ş. ji ANF'ê re axivî û qala zilma ku lê hatiye kirin, kir. E.Ş. got, "Rojê 20-40 hawan li Cindirêsê diketin. Bi balafiran timî bombe dihatin barandin. Li ser vê yekê min zarokên xwe bir gundê Remedanayê. Li Remedanayê jî topbaran nedisekinî. Jin û zarok ditirsiyan. Li ser vê yekê tevî zarokên xwe ez çûm gundê Kaxrê. Li wir jî heman tişt hebû. Bomberdûmana bi top û balafiran nediqediya. Du sivîlan ji ber topbaranê li wir jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê em hatin Efrînê. Lê belê li Efrînê jî hawan û topbaran timî hebû. Çend sivîlan ji ber topbaranê jiyana xwe ji dest dan."

'MIN CENAZEYÊ BAVÊ XWE RAKIR Û REVIYAM'

E.Ş. diyar kir ku ji ber êrîşên li Efrînê neçar ma bavê xwe û du xizmên xwe yên Efrînê ji Efrînê derxîne û wiha dewam kir: "Roja ku em ê bên, bavê min ji ber topbaran û hawanan krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Min cenazeyê bavê xwe rakir û tevî malbata xwe me berê xwe dan Basutê. Heta Basutê cenazeyê bavê min bi me re bû. Me ew li Basutê veşart. Piştî du rojan yek ji xizmên min ên extiyar jiyana xwe ji dest da. Ew jî ji ber top û hawanan mir. Me ew jî li wir veşart."

E.Ş. anî ziman ku ew piştre neçar man biçin Tilsureyê û piştî ku 2 rojan li dibistana li wir ma, li Cindirêsê vegeriyan. E.Ş. diyar kir ku dema gihîştin Cindirêsê xizmê wî yê din ê extiyar bi heman rengî jiyana xwe ji dest da.

BI ROJAN ÊŞKENCE KIRIN Û GIRTIN

E.Ş. ragihand ku dema çûn Cindirêsê çeteyan êşkence lê kirin û got, "Hîn em negihaştibûn ber deriyê malê, wesayita çeteyên OSO li cem me sekinî. Çavên min û gelek kesên ji malbata min girê dan. Destpêkê li me xistin. Bi qebloyê 20 qemşî li pişta min xistin. Dûre heta lingê min xisitn. Welê li min hatibû ku nikaribim bimeşim. Em girtin.

Çend rojan em di zindana xwe de hiştin. Wê wextê ne xwarin ne jî av dan me. Timî êşkence dikirin. Piştre em birin Tirkiyeyê. Lê nizanim bê ku der bû. Li wir jî êşkence li me kirin. Em du kes bi hev ve girê dan û du rojan bi wî rengî hiştin. Xwarin û av tine bû. Yekî Tirk lêpirsîna me kir. Li cem wî jî yekî ku bi Erebî zanîbû hebû. Piştî çend rojan em berdan."

DIXWAZIN ME JI EFRÎNÊ DERXÎNIN Û KESÊN DIXWAZIN LI WIR BI CIH BIKIN

E.Ş. diyar kir ku dema li gund vegeriyan, dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî wan kirin û qala zilmê kir: "Nîvê şevê saet 2'an, carna 3'an, kengî dixwestin dihatin. Bêyî li derî bidin, derî dişikandin û diketin hundir. Li nava malê direşandin. Dema me ji wan dipirsî bê çima li mala me direşînin, wan jî digotin 'me yek li ser banê dîtin'. Hemû jî por dirêj, rî dirêj bûn. Ev yek ne tenê li me, li gelek sivîlên li wir dikirin. Dixwestin mirovên li gund dev ji cih û warê xwe berdin û birevin. Ji xwe berpirsyarên wan ji me re digotin, 'Biçin Qamişloyê, biçin cihekî din, lê li vir nemînin'."

E.Ş. da xuyakirin ku gele mirov bi îdîaya 'têkiliya xwe bi YPG'ê re heye' hatin girtin û got, "Lê belê bi taybetî diketin malên kesên dewlemend, ên hinekî mal û milkê wan hebûn û bi vî rengî dest datanîn ser mal û milkên mirovan.

GELEK MIROV BI ÊŞKENCEYÊ HATIN KUŞTIN

E.Ş. bi dewamî diyar kir ku gelek kesên hatin revandin nema vegeriyan û got, "Li gundê Hesheskayê kesekî bi navê Mihemmed Îbîş birin. Êşkence li wî kirin û di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da. Wan gotin ku ji ber 'krîza dil' miriye. Lê derew dikirin. Ciwanekî bi navê Ahmed birin û ew jî bi êşkenceyê kuştin.

Min bi çavên xwe dît; malbatên Ereb ên ji cihên din anîn li Cindirêsê bi cih dikirin. Min bi xwe dît ku bi sedan malbat bi cih kirin. Dest danîbûn ser hemû dikanên li sûkê. Eşyayên li nava malan, betanî, sarinc, her tiştên li nav amalan li pêş çavên mirovan derdixistin û dibirin difirotin. Kesî jî nikarîbû tiştekî bikin."

DARAN DIŞEWITÎNIN Û QEREQOLAN ÇÊDIKIN

E.Ş. bi bîr xist ku li Efrînê 360 gund hene û hemû jî ji aliyê çeteyan ve hatine desteserkirin. E.Ş. got, "Darên il gundan dişewitînin.Ji Remedana het Heçheçka û Şîe, hema bêjin li hemû gundan dar şeiwtandin. Darên zeytûnê yên mirovan rakirin û ji xwe re li wir qereqolê çêdikin. Hin kesên ser bi ENKS'ê ve kirine serokê meclîsê û serokê komunê. Gelek tiştên li dijî gel bi destê kesên bi navê Elî Iraqcî, Hesenê Zêbê û Fewzî Hemûdê Hemşê dikin."