Puigdemont ji bo Serokatiya Katalonyayê nabe namzet

Rêveberê serxwebûnxwaz ê herêma Katalonyayê Carles Puigdemont, ji ber ku li sirgûnê ye li Elmanyayê daxuyanî da û got, ew ê ji nû ve nebe serokê herêmê.

Carles Puigdemont ji bo serokatiyê Quim Torra pêşniyar kir. Rêveberê Katalan Puigdemont got, "Koma me parlamenter Quim Torra ji bo serokatiya Generalitat pêşniyar dike." "Generalitat de Catalunya" ji Parlamententa Katalonyayê ya ji 135 kesî û Hikumeta Katalonyayê pêk tê. Puigdemont destnîşan kir ku weşanger Torra (55) dibe ku di rojên bê de bibe serok.

Hikumeta Spanyayê ya mûxafazakar, ji bo Serokê berê Puigdemont careke din nebe serok ketibû nava hewldanan. Rêveberiya navendî li ser Katalonyayê ferz kir ku ji bo avkairina hikumetê namzetekî nû diyar bike.

Puigdemont li ser van zextan got, "Bêhurmetiya dewletê ya li hemberî îradeya welatiyên Katalonyayê li pêş çavên tevahiya cîhanê eşkere bû." Serokê berê bang li rêveberiya nû ya herêmî kir ku welatekî serbixwe ava bike.

Tevî Madrîdê zexteke giran jî kir, di hilbijartina herêmî ya meha Kanûnê de serxwebûnxwaz ji nû ve bi ser ketibûn. Eger heta 22'ê Gulanê serokê nû neyê hilbijartin, Katalan wê bi rengekî otomatîk neçar bimînin ji nû ve biçin ser sindoqan û deng bidin.

Bi hilbijartina serok û avakirina hikumetê re tê payin ku ji bin wesayeta Madrîdê derkevin. Rêveberiya Madrîdê piştî ku Katalonyayê serxwebûna xwe ragihand, 27'ê Cotmehê dest danîbû ser rêveberiyê.

Ji bo Quim Torra bibe serok, wê rûniştina parlamentê destpêka hefteyê pêk were. Çav li rê ye ku partiya serxwebûnxwaz a mûxafazakar a bi navê "Ji bo Katalonyayê em bi hev re" û mezintirîn partiya çep a alîgirê serxwebûnê Çep a Komarê destekê bidin Torra.