Pûîgdemont: Em ê ji serxwebûnê venegerin

Serokê Hikumeta Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Pûîgdemont destnîşan kir, ku wê ji ragihandina serxwebûnê venegerin.

Pûîgdemont ji TV3 a televîzyona Katalonyayê re axivî û got, "Em vê yekê weke ragihandina yekalî ya serxwebûnê bi nav nakin. Em serxwebûnê radigihînin. Ev yek di qanûna me de heye û em bi ya qanûnê dikin."

Pûîgdemont bal kişand ser qanûna referandûmê ku ji aliylê Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê ve hate betalkirin û destnîşan kir, ku wê xala "Eger ji encamên fermî yên referandûmê dengê 'erê' derkeve, wê piştî 48 saetan serxwebûn bê ragihandin" bi cih bînin.

Pûîgdemont diyar kir, demeke dirêj e diyaloga wan bi hikumeta Spanyayê re nîne û got, "Ji ber ku ew naxwazin li ser vê mijarê (serxwebûn) biaxivin. Hez bikin an nekin, ya ku li Katalonyayê diqewime, rastî ye. Bi mîlyonan kesî di referandûmê de deng dan. Ev mirov dixwazin biryarê li ser paşeroja xwe bidin. Mirov çima seferber bûn? Em ê hê bi hikumeta Spanyayê re li ser çi biaxivin? Divê em hemû samîmî bin. Divê em li ser Katalonyayê biaxivin."