Projeyên bajarên biaqil divê ji etîkê re hurmetdar bin

Projeya 'bajarê biaqil' a Google ku li Torontoyê xwe di ber re kiribû, her çendî bi henceta 'krîzê' hatibe terikandin jî, rexneyên derbarê ku wê azadiyên takeksî û civakî sînordar bike jî, pir li pêş bûn.

Bi hinceta  Covîd-19'ê projeya 'bajarê biaqil' hate terikandin, ku li gel hêlên aborî û sosyal, her wiha ji ber sedema ku ti bersivê wê nede jiyana taybet jî rexne lê dihate kirin. Bi projeyê, ku bi îdîaya wê bibe 'taxa herî biaqil a cihanê'  xwe di ber re kiribûn û plansaziya wê hatibû kirin ku wê li ser qade 1 km bi dirêjî û firehiyê bihata avakirin, dihate gotin bi navê 'Google Cîty' wê biba mînak bajarên siberojê.

Şîrketa Sîdewlk Labs ku yek ji wan şîrketên koma Alphabetê ye, ku Google jî bi ser ve ye, 2017'an li  Toronto ya Kanadayê piştî ku îhaleya veguherandina bajêr standibû, projeya 'Quaysîde' danîbû, ku ofîs, mexeze û mal bi rengekî radîka dianîn cem hev.

Proje li ser mijarên weke trafîk û rêveberiya tiştên avêtî bi teknolojiya bilind çareserî pêşniyar dikir.  'Bajarê biaqil' ku bi bûdçeya ji 1 milyar dolarî zêdetir dihate îdîakirin wê ji ekolojiyêre hurmetdar be, materyalên nû û robotên ku wê xizmetê jî bidin di nav de hatibûn sêwirandin.

Lê li gorî şîrketa têkilî Googleyê ji ber atmosfera 'nediyar' a pêla Covîd-19'ê terikandina projeyê divêtiyek bû lê ev hincet jî mirovan qanih nake.

Weke ku di gelek sepanên şopandinê de, yên ku bi Google têne binavkirin, dihate gotin ev proje jî ji ber 'çavdêriya zêde' wê xefbûna jiyana taybet binpê bike. Her wiha ew fikar jî hebû ku derfetê dide xwe bigihînin agahiyên taybet ên mirovan.

Piştî ku projeya bi navê 'Quaysîde' ya Google hate terikandin, careke dîyar bû projeyên xwedî îdîa yên ku guh nadin daxwaz û fikarên civakan bi ser nakevin. Di rojnameya Fransiz Echos de gelek akademisynan bal kişandibûn ser wê ku hurmetê nade etîk û demokrasiyê.