'Pravakator'ê ku li Sûriyê êrîş bir ser baregeha Rûs, Tirkiye ye?

Rûsya piştî ku derbarê êrîşa bi ser baregeha Hmeîmîmê tiliya xwe bi Tirkiyê ve kir daxuyaniyeke dî da.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku ti têkiliya Tirkiyê bi êrîşa bi ser baregeha Hmeîmîmê ya Rûsyayê de ya li Sûriyê nîne.

Pûtîn bi midûrên karê nivîsê yê çapemeniya Rûs re hate cem hev û got, ‘’Ez qanih bûm ku ti têkiliya leşkerên Tirkiyê û meqamên wê bi êrîşê re nîn e.’’

10 drone yên ku bombekirî bûn 6’ê Çile êrîş biribûn ser baregeha hewayî ya Hmeîmîmê. 3 dronaeyan êrîş bi ser keştiyên Rûs ê Tartsûsê de biribûn. Hate gotin ku di êrîşê de kesek nemiriye û birîndar nebûye, ziyana madî çêbûye.

Pûtîn wiha got:

‘’Provakasyon çêbûn lê ne Tirkan kir. Em dizanin kî ne, çend kes in û kê ji bo vê provakasyonê çi qas pere dane (…) Ev provakasyon bi wê mebestê ne ku dixwazin peymanên berê pûç bikin.’’

Pûtîn diyar kir plansaziya êrîşê bi hûrî hatiye kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsya gotibû drone ji herêma di bin destê komên çekdar ên Idlibê, ku Tirkiyê destekê dide wan rabûne.

Wezareta Berevaniyê bal kişande ser wê ku droneyên ku di êrîşê de hatine bikaranîn dikarin ji welatekî wiha werin ku xwedî teknolojiyeke pêşketî ne.

Balkêş e piştî ku Tirkiye li dijî operasyona li dijî El Nûsra ya li Idlibê daxuyanî da.

Rejîma Şamê ya bi desteka Rûsyayê û Îranê ji Kanûnê ve ji bo ku Idlibê bistînin operasyonan dikin. Paşmêriya komên çete yên li Idlibê dewleta Tirk dike.

Piştî daxuyaniyên ku berê wan li Tirkiyê bû Pûtîn got wê hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re geştir bikin.

Pûtîn bal kişande ser rêxistiniya kongreya Diyaloga Netewî ya Sûriyê, ku tê payin dawiya Çile pêk were. Şandeyeke Rûs jî ji bo haziriyên kogreyê Pêrşemê seriyeke dabûne Şamê.