Pompeo: Dîplomasiya zextê ya DYA’yê wê sazkar bibe

Wezîrê nû yê Karê Derve yê DYA’yê Mîke Pompeo got welatê wî, wê dîplomasiya hişt a li ser hêzê ‘Rojhilata Navîn jî di nav de’ ji bo krîzên li cîhanê sazkar bike.

Pompeo piştî ku dest bi kar kir li Wezareta Karê Derve bi dîplomatên Amerîkî re rûnişt û got welatê wî, wê hişmendiya dîplomasiya tund bidomîne.

Pompeo diyar kir ku ew ji pêvajoyeke dijwar û bi tevger derbas dibin û wiha bi nav de çû,’’Pêdivî bi lîdertiyeke xurt heye. Girîng e ku tîma me li dijî gefxwarian û hêzên raweste.’’

Pompeo got li dijî Amerîkayê gefxwarinên aktuel hene û diyar kir hişmendiya Serok Donald Trûmp ku welatê wî, wê dîplomasiya hêzê bide pêş girîng e. Pompeo diyar kir ev hişmendiya ku hemû enstrûmanên ku hêza netewî ya DYA’yê wê werin bikaranîn, beriya her tiştî dive berjewendiya welêt û nirxên wê biparêze.

ZEXTA LI SER KOREYA BAKUR NÎŞAN DA

Pompeo bi van gotinên xwe nîşan da ku ew ê politikaya tund a li ser Îranê û Koreya Bakur, ku dema li ser serê CÎA’yê bû nîşan dayî, di dema Wezîrtiyê de jî wê bidomîne.

Pompeo got ev cure dîplomasî, ‘bêyî ku li dijî probleman guleyekê jî bavêjin wê bi aştî çareseriyê bîne’’ û ji bo vê jî dîplomasiya zextê ya li ser Koreya Bakur nîşan da.

JI BO ROJHILATA NAVÎN JÎ HEMAN RÊBAZ

Pompeo  diyar kir dîplomasiya li ser hêzê wê ji bo Rojhilata Navîn jî derbas bibe û got ji bo ku ‘bandora Îranê ya ku aramiyê têk dibe’ ya li Sûriyê û Yemanê pêdivî bi vê heye. Pompeo, bi vî rengî li ser biryara Trûmp a derbarê peymana nukleerê ya bi Îranê re jî hin nişane dan.

Pompeo her wiha got ew pê bawer in ku ‘tîm’a wan a li Wezareta Karê Derve ji bo çareseriya krîzan bi strateî û dîplasiya nû serkeftî bibe.