Polîsên Tehranê: Me li xwepêşandêran nereşand!

Li Îranê xwepêşandanên ku piştî xistina balafira Ûkraynayê dest pê kirin, dewam dikin. Polîsên Tehranê îdîa kirin ku wan li çalakgeran nereşandine.

Têkildarî çalakiyên şermezarkirinê yên dawiya hefteyê li Tehranê hatin kirin, li medya civakî dîmen hatin weşandin ku tê de dengê çekan dihate bihîstin û dihate dîtin ku çalakgerên birîndar tên rakirin. Çavkaniyên serbixwe hîn piştrast nekirine ku dîmen rast in yan ne rast in. Polîsên Tehranê îdîa kirin ku wan li çalakgeran nereşandine.

Şefê polîsan Huseyîn Rahîmî got, "Di dema çalakiyan de ferman ji polîsan re hate dayin ku teqez çekê bi kar neynin."

Çalakiyên şermezarkirinê piştî xistina balafira rêwiyan a Ûkraynayê dest pê kirin ku di balafira 8'ê Çileyê hate xistin de 176 kesan jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Îranê li xwe mikur hat ku wan bi şaşitî balafir xistine.

Li gorî çavkaniyên mûxalîf çalakiyên şermezarkirinê herî kêm li 17 bajaran belav bûn. Tehran, Îsfahan; Ahvaz, Şîraz, Tebrîz, Kazvîn, Zencan, Arak û bajarên Kirmaşan, Sîne û Ûrmiye yên Rojhilatê Kurdistanê çend ji van bajaran e.