Polîsan mala Dûrmûş û Atamam ên li Garê şehîd bûbûn dorpêç kirine

Polîsên Tirk mala malbatên Kamûran Ataman (Şoreş Beytuşebbap) û Ergîn Dûrmûş (Bawer Elkê) ên ku di operasyona dewleta Tirk li Gareyê de şehîd bûyîn, dorpêç kirine.

Polîsên Tirk ji bo taziyeya li malên gêrîllayên HPG’ê Kamûran Ataman (Şoreş Beytuşşebbap) û Ergîn Dûrmûş (Bawer Elkê) ên ku di operasyonên dewleta Tirk a dagirker a li Gareya Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûyîn asteng bikin, xistin dorpêçê.

Hate diyarkirin kesên ku ji bo sersaxiyê serdana malbata Atamam û Dûrmûş ên li Taxa Elkê bikin ji aliyê polîsan ve tê asteng kirin, her du mal jî di dorpêça polîsan de ye.

Polîsan mamê gêrîlayê HPG’ê Dûrmûş rawestand û gefa ku wê cezayê pere lê bibirin xwar.

Li aliyê din polîsan malên xistîn dorpêçê, çûyîn û hatinên ji bo malbatê asteng dikin.