Plana qirêj a MÎT'ê ya li ser PJAK'ê -NÛ BÛ

Çend roj berê nav û wêneyên rayedarên PJAK û KODAR'ê li ser tora medya civakî hatibûn weşandin û hatibû îdîakirin ku "rêveberiya Îranê ji bo kuştina wan xelatê dide." Tê gotin ku ev plan ji aliyê MÎT'ê ve hatiye amadekirin.

Çend roj berê nav û wêneyên rayedarên PJAK û KODAR'ê li ser tora medya civakî hatibûn weşandin û hatibû îdîakirin ku "rêveberiya Îranê ji bo kuştina wan xelatê dide." Malpera Bitawan ku nêzî hêzî Spay Pasdaran a Îranê ye, nivîsand ku ev yek plana MÎT a Tirk e.

Nav û wêneyên Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn, Hevserokên KODAR'ê Fûat Bêrîtan û Zîlan Tanya, endamên Meclîsa PJAK'ê Amed Şaho, Baran Bêrîtan, Mazlûm Heftan û Hîva Agreş li ser hesabên Telegram û medya civakî hatibûn weşandin û hatibû îdîakirin ku "Îran ji bo kuştina wan xelatê dide".

'PLANA MÎT'Ê YE'

Malpera nûçeyan a bi navê Bitawan ku nêzî hêzên Spay Pasdaran a Îranê ye li ser mijarê nûçeyek weşand. Di Nûçeyê de hate ragihandin ku ev plan plana rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT'ê ye. Di nûçeyê de hate gotin, dewleta Tirk mîna lîsteya li ser rêveberên PKK'ê amade kir, yek li ser rêveberên PJAK û KODAR'ê jî amade kiriye û bi kuştina çend ji van kesan dixwaze agirbesta navbera Îran û PJAK'ê ya sala 2011'an xera bike û şer derxîne qonaxeke nû.

Tê gotin ku MÎT dixwaze vê plana xwe li cihên mîna Silêmaniye, Ranya, Sengaser û Qeladizê ku di kontrola YNK'ê de ne, bi cih bîne.

Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk demeke dirêj e mîna PDK'ê dixwaze YNK'ê jî di operasyonên dijî PKK'ê de bi kar bîne.