Plana Merkel li gelek bajaran hate şermezarkirin

Plana nû ya bi pêşengiya Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Seehofer ve hate amadekirin û deriyê welêt li penaberên nû digire, li gelek bajaran bi xwepêşandana hate şermezarkirin.

Plana li ser penaberên nû ku Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel destpêkê li ber rabû, lê belê ji ber gefa îstifayê ya Wezîrê Karên Hundir Seehofer neçar ma qebûl bike, pêr ji aliyê sosyal demokratan ve jî hatibû qebûlkirin.

Li gorî planê ku wê deriyên Elmanyayê li penaberên nû biigre, penaberên ku li welatekî din ê Elmanyayê qeyda xwe hene, ya jî di ser welatekî din re xwe gihandine Elmanyayê, wê li navendeke li ser sînorê Awûstûryayê bên komkirin.

Merkel ji ber zexta Seehofer rojên dawî neçar ma xwedî li planê derkeve, diyar kir ku li navendên li ser sînor wê penaber herî zêde 48 saetn bên hiştin. Lê belê doh li gelek bajarên Elmanyayê xwepêşandan hatin lidarxistin û çalakgeran diyar kirin ku divê "çanda bixêrhatinê" dewam bike.

'NEHÊLIN KU MIROV LI DERYA SPÎ BIMIRIN'

Xwepêşandana herî mezin li paytext Berlînê hate lidarxistin. Xwepêşandan bi navê "Seebrucke" (Pira golê" hate organîzekirin. Çalakgeran Îtalya, Spanya û Malta jî protesto kirin ku rojên dawî keştiyên penaberan ên li Derya Spî qebûl nakin.

Xwepêşandêran kincên rizgarkeran li xwe kirin û ev bang kirin: "Nehêlin ku mirov li Derya Spî bimirin". Ji amadekarên xwepêşandanê Tîmo Fîscher got, dibe ku bi biryara Yekîtiya Ewropayê karê rizgarkirinê li Derya Spî were qedexekirin û destnîşan kir ku ji bo biryareke bi vî rengî neyê dayin çi ji destê wan bê wê bikin.

Ji bilî Berlînê li bajarên Munchen, Ûlm, Heîdelberg, Bremen, Hannover, Leîpzîg û Frankfûrtê jî xwepêşandanên protestoyî yên bi heman rengî hatin lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî xwepêşandanan bûn û diyar kirin ku penaberî sûc nîne û xwestin siyaseta krîmînalîzekirina penaberan bê qedandin.

Herî dawî keştiya alîkariyê ya bi navê "Lifeline" zêdeyî 200 koçber li Derya Spî rizgar kiribû û vê yekê li Ewropayê rê li ber nîqaşê vekiribû. Kaptanê Elman ê ku li Maltayê hatibû destgîrkirin, derxistibûn pêşberî dadgehê. Neteweyên Yekbûyî jî dabû xuyakirin, ji destpêka salê ve 1400 ji penaberên li Derya Spî bi rê ketin winda ne.