PKK: Em ê serketineke mezintir bi dest ve bîninn

Komîteya Rêveber a PKK’ê got, komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi êrîşa li ser Efrînê didome û wiha dewam kir; "Em ê serketineke mezintir bi dest ve bînin."

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang kir ku komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an bi temamî were parçekirin.

KOMPLO BI TEMAMÎ DIVÊ WERE PARÇEKIRIN

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em ketine sala 20’an a Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya ku ji hêla pergala mêtinger-qirker ve li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêkanîn û her wiha li dijî vê komployê em ketine sala 20’an a berxwedana hebûna Kurd û azadiyê. Beriya her tiştî li dijî vê sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê em desteka her kesî ya ku dane vê berxwedana Rêber Abdullah Ocalan ku bi sebr, xweragirî û afirîneriyê li ber xwe dide slav dikin. Em komploya 15’ê Sibatê a ku di sedsala 20’an de deqeke reş e li ser eniya mirovahiyê û her wiha roja qirkirina Kurdan e, lanet dikin, em bang li mirovahiya demokratîk dikin ku xwe ji vê deqa reş a azad bikin. Em hemû şehîdên xwe yên dilêr ên ku ev 20 sal in bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikn’ xeleke agir danîn û hebûn û azadiya gelê Kurd parastin bi hurmet û minet bi bîr tînin.
 
Di sala 20’’an de em bang li wan hemû kesan dikin ku ji xwe re dibêjin, ‘em mirov û demokrat in’ li dijî vê komploya navnetewî rabin û ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bibe xwedî şertên azad û xebatê têbikoşin û pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi temamî parçe bikin’

KOMPLO BI ÊRÎŞA SER EFRÎNÊ DIDOME

Weke ku tê zanîn komploya navnetewî ku 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kirî, bûye êrîşa herî bi plan û rêxistinî ya pergala modernîteya kapîtalîst a global ku Kurdan ji nedîtî ve tê û dixwaze tine bike. Ji bo vê jî ji hêla pêşengên pergala navborî DYA, Ingîltere û Îsraîlê ve plansaziya ve hatiye kirin û rêvebirin û di serî de Misir, Yewnanîstan û Rûsya, rêveberiyên PDK-YNK’ê jî di nav de gelek dewlet, rêxistin û kes di vê êrîşa dij mirovî de hatine bikaranîn. Bi kurtasî  biryardar û rêveber, destekdar û temaşaven û keyseperest hene ku bi  erîşa komployê dane ber xwe ku Rêber Abdullah Ocalan îmha bikin û tevgera azadiya Kurd PKK’ê tasfiye bikin. Lê ev 19 sal in berxwedaniya ku Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera me ya Azadiyê û gelê me di xeta fedaî de bi lehengî li ber xwe didin ev hemû hesab li bin guhê dîwaran xistine û plan pûç kirine.

Têkoşîna bi lehengî ya 19 salan her çendî komplo pûç kiribe û yekîtiya li ser komployê ava bûyî bi beşekî giring parçe kiribe jî, weke ku di mînaka TC’ê ya faşîst de xuya dike, îro hê jî hişmendiya komploger û ev siyaseta bi rengekî paşverû hewl didin ku vê bidomînin.  Êrîşa herî hovane ya vê hişmendî û siyaseta faşîst, mêtinger êrîşa li ser Efrînê ye. Pergala sed salî ya îmha û înkara Kurd, û êrîşa komploya navnetewî ya 20 salî îro bi êrîşa li ser Efrînê tê domandin. Heke mirov bala xwe bide êrîşa dagirker a li ser Efrînê û berxwedaniya ronak bi lehengî ya ku ev 25 roj in bi qehremanî tê bersivandin binere wê bi rehetî were dîtin bê ka rastiya vê komploya navnetewî çawa ye û çawa tê rêvebirin. Ji bo ve jî êrîşa dawî ya hişmendî û siyaseta komployê çawa ku hewldana êrîşa li ser Efrînê ye, li dijî dagrkeriya TC’ê ya li ser Efrînê berxwedaniya bi lehengî ya gelê Efrînê û hemû gelê Kurdistanê  jî xeleka herî dawî û berfireh a têkoşînê ya li dijî vê komploya navnetewî ye. Giyanê berxwedanê yê ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, giyanê Cizîr, Sûr û Kobanê îro li Efrînê zindî dibe. Her serfiraziya Berxwedana Serdemê ya Efrînê tê maneya têkçûna komploya navnetewî û parçekirina wê.

HEBÛNA KURD Û AZADIYA KURD DIVÊ ÊDÎ WERE QEBÛLKIRIN

Dema ku mirov bala xwe bide têkçûna hişmendî û siyasta faşîst, mêtinger û qirker a komploger ya li Efrînê, dema ku mirov li neçariya wan binere û çawa ketine çiravê binere, bi rengekî vekirî diyar dibe ku komploya navnetwî êdî ti sûda xwe ji xwediyê wê re nemaye. Ji bo vê jî israra li ser komploya navnetewî, israra li ser domdarkirina pergala êşkenceya li Îmraliyê, siyaseta îmha û înkarê ya li ser gelê Kurd pûç e û beleheq e. Ji bo vê jî di serî de hêzên ku komploya navnetewî bi rê ve dibin, hemû hêzên di nav komployê de, di sala 20’an de divê siyaseta xwe û hişmendiya xwe ya li ser qirkirina Kurdan careke dî bifikirin û divê hebûn û azadiya gelê Kurd qebûl bikin. Ji niha û şûn de li Rojhilata Navîn hebûn û bûyina di nav siyaseta demokratîk de tenê bi hişmendî û siyaseteke wiha pêkan e. Ji ber ku îro li Rojhilata Navîn kirdeyê herî sereke yê aktîf û demokratîk hebûna Kurdên azad e.

PÊŞENGÊN ŞOREŞA DEMOKRATÎK

Li dijî êrîşên hovane yên paşverûtiya global ku li ser hîmê siyaset û hişmendiya mêtinger-qirker ev 20 sal in didomîne, bi Rêbertî, bi gerîlayê xwe, bi pêşengiya partiya milîtan, bi tevgerên jin û ciwanan û hemû gelê Kurdistanê berxwedaniyeke bi lehengî hatiye nîşandan û geşedana herî mezin a demokratîk û azadîxwaz, bi rengekî teorîk û pratîk di nav vê berxwedaniyê de hatiye pêkanîn. Berdêla xwe her çendî giran be jî ti caran xwe jê nedaye paş ku berxwedaniya mirovahiya azad bidomîne. Li ser vê zemînê li Bakurê Kurdistanê şoreşa neteweya demokratî hatiya geşkirin, li Rojavayê Kurdistanê şoreşa azadiyê hatiye pêkanîn û parastiniya wê hatiye kirin, li Başûrê Kurdistanê destkeftiyên netewî hatine parastine  û li Rojhilatê Kurdistanê jî bîrewerî û rêxistiniyeke mezin hatiye pêkanîn. Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê ku li ser xeta neteweya demokratîk pêk hatî bûye pêşengê Şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk. Şoreşa Azadiya Jinê li hemû parçeyan berbelav bûye, her wiha li herêmê û cîhanê berbelav bûye û pêşî li jiyana azad û wekhev vekiriye.

Rastiya Rêbertiya gerdûnî derxistiye holê ku rêya rizgariyê nîşanî hemû mirovahiya çewisandî û gelan dike. Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan daniye holê li çar hêlên cîhanê rêya jiyana azad şanî mirovahiyê dike.

EM Ê SERKETINÊN MEZINTIR BI DEST VE BÎNIN

Bêguman ji bo ku mirov bikaribe helwesteke rast nîşan bide û heq ji peywiran derkve, li dijî komploya navnetewî divê mirov xisletê têkoşînê baş nas bike. Heke mirov dêhn û bala xwe bidiyê sîsika berxwedaniya ku Rêber Abdullah Ocalan li dijî komploya navnetewî nîşan daye, li dijî xisletê îmhakir û tinekir ê xisletê komployê, bûneweriya azad û israr li jiyana azad û berxwedaniya li dijî vê pêk tîne. Berxwedaniya dîrokî ya li Îmraliyê û geşedanên ku Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê afirandin vê dibêje û dibe çespandina vê. Naxwe di têkoşîna sala 20’an de, ya li dijî komployê divê ev baştir were dîtin û divê temsîla vê baştir were kirin.

Em tevgerû gel bi berxwedaniya pîroz a Efrînê û li çar eniyan bi berxwedaniya şerê şoreşger ê gel li dijî komployê dikevin sala têkoşînê. Ti şik û guman jê nîn e ku bi tecrûbeya 19 salên derbas bûyî em ê bi rengekî xurt têbikşin û mezintir bibin. Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat ji ob ku em pergala êşkenceyê ya Îmraliyê parçe bikin û bikin ku Rêber Abdullah Ocalan bibe xwediyê şertên jiyana azad û xebatê em ê seferber bibin.

BANG TÊKOŞÎNEKE XURTIR Û YEKERETIR

Li ser vê zemînê em careke dî bang li hemû avaniya xwe ya partiya milîtan û hêzên xwe yên gerîla, bang li rêxistinên xwqe yên jin û ciwan, gelê xwe û dostê xwe dikin, bang li hemû hêzên demokratîk dikn ku di sala 20’an de li dijî komploya navnetewî bi rengekî xurtir û bi hev re têbikoşin, pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê parçe bikin û bikin ku Rêber Abdullah Ocalan bibe xwedî şertên jiyana azad û xebatê, em bang dikin ku bi serfirazkirina berxwedaniya Efrînê ji dagirkeriyê re em bibêjin na, bi hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê em bang dikin ku Kurdistanê û gelên Tirkiyê û mirovahiyê ji vê belaya faşîst rizgar bikin!"