Piştî şûşeyên plastîk niha jî mîkro-plastîk di hedefa YE deye

Ajansa Berhemên Kîmyewî ya Ewropayê (ECHA) pêşniyar kir ku mîkro-plastîk bi temamî bên rakirin. Mîkro-plastîk di nava jiyana rojane de di gelek berheman de tên bikaranîn.

ECHA'yê li ser daxwaza Komîsyona Ewropayê raporek amade kir ku weke qonaxa destpêkê ya rapora dawî ya bihara sala 2020'an bê ragihandin tê dîtin.

Rêveberiya Yekîtiya Ewropayê (YE) dixwaze heta wê demê bi raya giştî bişêwire.

Mîkro-plastîk ji partîkulên madeyên plastîk ên li hawirdorê belav dibin pêk tê. Ev madeyên bi mezinahiya 5 mîlîmetreyî weke partîkulên ku li nava xwezayê zû bi zû nahelin tên dîtin.