Piştî peymana li Derayê bi hezaran kes vedigerin

Piştî ku rejîma Sûriyeyê û komên çekdar li herêma Derayê li hev kirin, bi hezaran kesên sivîl vedigerin malên xwe.

Rejîma Sûriyeyê piştî ku du hefteyan Dera bomberdûman kir, roja Înê peymanek îmze kir. Rejîmê li herêmê dîsa serdestiya xwe ava kir.

Ji ber operasyona di 19’ê Hezîranê de li gorî Neteweyên Yekbûyî 350 hezar kes ji cihên xwe bûn. Beşeke ji van kesan nêzî sînorê Urdunê kom bûn û koma din jî xwe spartin Golana di bin dagirkeriya Îsraîlê de.

Gerînendeyê Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdulrehman ji AFP’ê re ragihand ku bi hezaran kesên li ser herêma sînorê Urdunê vedigerin warên xwe.

Buroya Koordînasyona Alîkariyên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku ew nizanin çend hezar kes vegeriyane.

Di çarçoveya peymana roja Înê saziyên dewletê ew ê li herêma Derayê dîsa dest bi xebatên xwe bike. Li gorî ajansa nûçeyan a Sanayê, “Dewleta Sûriyeyê ew ê li ser sînorê Urdunê hemû çeperan têxe bin kontrola xwe.”

Li gorî Sanayê ew ê komên çekdar hemû çekên xwe yên giran û asta navîn li bajar û navçeyan teslîm bikin. Komên ku ew ê li gorî vî tiştî tevnegerin jî ew ê tevî malbatên xwe wan bişînin Îdlîbê.