Piştî civîna navbera Parîs-Enqerê xeteriyên li ser Kurdan zêde dibin

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) ragihand, piştî hevdîtina Weîzrê Karê Derve yê Fransa Jean-Yves le Drîan a li Eenqere û şûnde ji bo malê rêveber û endamên wan tedbîr hatine girtin.

CDK-F’ê ragihad, piştî hevdîtina Jean-Yves le Drîan a 13’ê Hezîranê ya li Enqerê li gel hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çawîşgolû û şûnde, dîsa bûne hedef.

Li gorî daxuyaniyê bi biryareke hevpar a Wezîrê Aborî û Karê Hundir ji bo rawestandina malê gelek endam û rêveberên wan tedbîr hatine girtin.

Konseya Kurd got: “Parîsê carekî din li gel Enqerê li ser aktivîstên Kurd ên koçber ên li Fransayê peymanên mezin îmzekirine.”

Konseyê ragihand ku hedefkirina 2 ji rêveberên wan ên di çarçoveya ‘Têkoşîna fînansekirina bi terorîzmê re’ ne ji rêzê ye, bal kişand ser bandora lobiyên faşîzan ên Tirk ên li ser meqamên Fransî.

GEFÊN KUŞTINÊ YÊN MÎT’Ê

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Hevserokên CDK-F û berdevkên wan saleke zêdetirin ji aliyê MÎT’ê ve bi kuştinê tên gefkirin. Ji bo girtina hevserokan 1,5 milyon lîre pereyê Tirkiye ji bo wan hatiye destnîşankirin, her wiha berdev jî bi peyamên ji aliyê MÎT’ê ve bi kuştinê tê gefkirin.

CDK-F ragihand ku ti fêdeya vê siyasetê ji bo Franasyaê nîne, bang li hikûmetê kir ku dawî li polîtîkayên xwe yên li hemberî Kurdan û dîsa tedbîrên li ser endamên wan bînin.