Piraniya Elmanan naxwazin ku Merkel bi hêla rastgiriyê ve biçe

Li Elmanya piştî hilbihjartina giştî ku hefteya derbasbûyî pêk hat, xebatên avakirina hikûmetê didomin. Fikara herî mezin a hilbijêran ew e ku partiya Serokwezîr Merkel bi ser rastgiran ve biçe. 55 ji 100'î Elman naxwazin CDU siyaseteke rastgiriyê bike.

Piştî hilbijartina giştî ya Elmanya ku 24’ê Îlonê pêk hat û CDÛ ya bi seroktiya Serokwezîr Angel Merkel bû partiya yekem hewldanên avakirina hikûmetê dest pê kirin.

Piştî ku partiya duyemîn SPD’ê got 'em bi Merkel re hikûmetê ava nakin' berê her kesî kete ser hikûmeta koalîsyonê ya Yekîtiya Xiristiyan, Demokratên Azad û Keskan. Ev tifaqa ku ji ber rengê van partian weke koalîsyona ‘Jamaîka’ tê binavkirin, ji hêla  sermiyana Elman û çapemeniya xurt ve tê destekirin.

Organa rêveberiyê ya Partiya Keskan jî çav ji vê koalîsyonê şikand, meraq li ser wê ye bê ka wê wezaret çawa werin parvekirin.. Nûnerên her sê partiyan ji bo rengê hikûmetê û parvekirina wezaretan gotebêj bikin wê piştî hilbijartina Eyaleta Saksonyaya jêrîn li hev rûnini.

FDP ABORIYÊ, KESK KARÊ DERVE DIXWAZIN

Lê tê gotin ku hevditina avakirina hikûmeta koalîsyonê wê ne hêsan be û ev babat dikare heta vê sala were jî bidome. Beriya hevdîtina ku têp ayin 15’ê Cotmehê pêk were rojnameya Rheînîsche Postê got Partiya Keskan û Partiya Demokratên Azad (FDP) li ser wezaretan li hev kirine.

Li gorî îdîaya rojnameyê FDP’ê wezaretên aboriyê, dadmendî, perwerdehî û teknolojiyê xwestine Keskan jî ya karê derve, rabûnê û ekoloiyê xwestine. Yek ji lîdera Partiya Keskan Katrîn Gorîng-Eckardt piştrast nekir ku di babeta parvekirina wezaretan de li hev kirine. Eckard ji rojnameya Bîld am Sonntag re axivî û got bi telefonê bi Merkel re axivîne.

Siyasetmedara Partiya Keskan diyar kir ku ne girîng e bê ka wezaret wê di dest kê de bin û got ragihandina ‘welatê ewle’ ya ji bo Efganîstanê û şandina penaberên Efganî ya ber bi Efganîstanê ve divê were rawestandin. Eckard diyar kir ew li dijî wê yasayê ne ku partiya destbirayê CDU’yê CSU sînorê herî bilind ê penaberên ku werin welêt diyar bike.

PIRANIYA ELMANAN SEEHOFER NAXWAZIN

Lîderê CSU’yê ku bi taybetî Eyaleta Bayernê di dest xwe de digire di sînorê herî jor ê paneberan de radiweste. Lê li gorî ankêteke ku îro di Bîl am Sonntagê de weşiyayî 42 ji 100’î yê Elmanan dixwazin Seehofer îstîfa bike ku li pêş hevditinên hikûketê asteng e û dijberiya penaberan dike.

Li gel vê 68 ji 100’î yê Elmanan dixwazin Merkel li ser partiya xwe bimîne. Di ankêtê de nerîneke dî ya derketî pêş ew e ku CDU ber bi rastgiriyê ve bişemite. 55 ji 100’î yê Elmanan hewldana Seehofer ku dixwaze demokratên Xiristiyan ber bi rastgiriyê ve bişemîtîne negatîf dibînin û dixwazin CDU dev ji gotinên rastgiriyê berde. 31 ji 100’î jî dixwazin CDU siyaseteke rasgiriyê bike.

Serokê CSU’yê û Serokê Eyaleta Bavyerayê Hors Seehofer herî dawî gotibû, ‘divê siyaset qanadê rastgir vala nehêle’ û wiha ketibû rojevê. Lê Merkel derbarê sînorê rajor ê li ser qebûlkirina penaberan, hem beriya hilbijartinê û hem jî piştî hilbijartinê nerazîbûn li dijî Seehofer nîşan dabû.