Peymana nukleer: Îran nêta xwe ya piştî 7’ê Tîrmehê eşkere kir

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir ku welatên peymana nukleer îmze kirine heta 7’ê Tîrmehê qewlên xwe bi cih neynin wê gavên xwe diyar bikin.

Li gorî kanala televîzyonê ya IRIB’ê Serokkomarê Îranê diyar kiriye heta 7’ê Tîrmehê sozên ku hatine dayîn, neyên bicihanîn wê çalakiyên reaktora Arakê dîsa were destpêkirin û wê ûranyûm 3,67 ji sedî were xurtkirin.

Rûhanî diyar kir ku welatên din li gorî peymana sala 2015’an tevbigerin wê Îran jî qewlê xwe bi cih bîne.

Tehranê vê hefteyê diyar kir ku wan stoka ûranyumê derxistine ser sînorê di peymanê de hatiye diyarkirin.

Elmanya, Fransa û Keyîtiya Yekgirtî diyar kir ku ew gelekî bi fikar in û bang li Îranê kirin ku bila li gorî peymanê tevbigere.

Rûhanî diyar kir ku Îran di nava saetekê de dikare vegere sînorê li gorî peymana di sala 2015’an de.

Peymana nukleer di sala 2015’an de li Viyanayê di navbera DYE, Rûsya, Çîn, Fransa, Elmanya û Keyîtiya Yekgirtî hatibû îmzekirin.

Rêveberiya Tehranê dixwaze hêzên ku di peymanê de îmzeya wan heye, ji bo zextên DYE’yê bila gavên şênber ên ji bo parastina Îranê biavêjin.