Peyaman korîdora gaza xwezayî ya di navbera Behra Spî û YE’yê

Çar welatan ji bo avakirina xeta gaza xwezayî ya ji binê behrê ya herî dirêj, peymaneke protokolê îmze kirin.

Peyman di navbera Kibris, Yûnanistan, Îsraîl û Îtalyayê hate îmzekirin.  Wê xeta boriya gaza xwezayî li Behra Spî were avakirin.

Gaza xwezayî wê ji ser Yûnanistanê biçe Îtalya û bazara Ewrûpayê. Xet wê 2 hezar kîlometre dirêj be û maliyeta wê jî wê nêzî 5 milyar eûro be.

Armanc ev e ku bi keşfkirina gaza li Kibris û Îsraîlê re Ewrûpa girêdayîbûna xwe ya Rûsyayêya ji ber gazê kêmtir bike.

Xeta boriyê wê salê ji 300 milyon metrekup heta 450 milyon metrekup gazê bişîne û li gorî texmînan wê avakirina xeta di sala 2025’an de biqede.

Gaza xwezayî ya li Kibrisê ya li bîra Afrodîtê hatiye dîtin, tê diyarkirin ku 127 milyar metrekup gazê vedihewîne.