Petrol nema balê dikişîne

Hilberîna petrolê, ji ber bandora xwe ya li ser belavkirina CO2, dibe sedema nerazîbûnan. Lewma gelek şîrketên ku petrolê hildiberînin, biryara kêmkirina razemeniya xwe kirin. Ev jî weke 'petrol nema bi kêr tê' tê şîrovekirin.

Yek ji faktorên herî girîng ên belavkirina karbondîoksîtê (CO2) ên li ser germahiya global, enerjiya fosîlê ye. Komir û petrol jî çavkaniya sereke ya enerjiya fosîlê ne.

Lê belê li qada global têgihiştin xurt bûye û dewlet, bi taybetî jî sektora taybet hîn bêhtir razemeniyê li enerjiya dikare bê nûkirin, li enerjiya roj û ba dikin. Her wiha mehên derbasbûyî ji ber krîza aboriyê buhayê petrolê kêm bûye, lê maliyeta xwe mîna berê ye. Ev yek jî dike ku razemeniya li petrolê 'bêkêr' bê dîtin. Ji xwe gelek şîrketên mezin dema dawî razemeniya xwe ya li petrolê kêm kirine.

ŞÎRKETÊN EWROPÎ DEST JI RAZEMENIYA BI DEHAN MILYAR EUROYÎ BERDIDIN

Mezintirî şîrketên hilberînerên petrolê, şîrketên Ewropayê di nava vê salê de bi dehan milyar Euroyî dest ji razemeniya xwe ya li ser petrolê berdan. Şîrketa Brîtîsh Petroleûm (BP) ku ji aliyê rojnameya The Gûardîan ve weke 'şîrketa ku herî zêde hawirdorê û atmosferê gemarî dike' tê nîşandan, herî dawî ragihand ku wê li Giravên Falklandê yên li nêzî Arjantînê qada nû ya petrolê veneke. Rezervên petrolê yên herî dawî sala 2010'an li vê herêmê hatin tespîtkirin, bi 1.7 milyar varîlî buhayê xwe di ser 60 milyar Euroyî re ye.

BP û şîrketeke din a sereke Shell jî îsal gelek razemeniyên xwe li gelemperiya cîhanê betal kir, ku tê texmînkirin nirxê van razemeniya 34 milyar Euro bû.

Her wiha şîrketa Total a Fransayê ku li eyaleta Alberta ya Kanadayê xîza petrolê derdixîne, karên xwe yên li gelek herêman rawestand. Nirxê razemeniya ku şîrketê dest jê berda nêzî 7 milyar Euro ye.

LÊÇÛNA WÊ ÊDÎ GELEKÎ ZÊDE YE

Eşkere ye ku sedema rawestandina karê lêgerîn û derxistina petrolê ya şîrketên Ewropî, hincetên malî ye. Her wiha ev şîrketê navborî gelek caran bi sozên 'kêmkirina şopa karbon' yan jî 'pêşîgirtina li qirêjiyê' salên dawî gelek caran eşkere kirin ku wê berê xwe bidin enerjiya dikare bê nûkirin û razemeniyê li vê qadê bikin.

Li gel vê yekê, buhayê varîleke petrolê ku sala 2014'an zêdeyî 100 dolar bû, îsal daket heta binê 20 dolarî. Her wiha tespîtên ku diyar dike, ev yek wê dema bê jî bi vî rengî be, dike ku petrol hîn kêmtir balê bikişîne.

125 MILYAR VARÎL DIBE KU QET NEYÊ DERXISTIN

Li gorî texmînên şîrketa analîzê ya Norwêcî ya bi navê Rystad Energy, beşek ji rezervên petrolê yên heta niha hatine tespîtkirin, dibe ku qet neyên bikaranîn. Dibe ku ev beş jî bi giştî 125 milyar varîl be. Nirxê xwe yê îro jî 4.7 trîlyon Euro ye.